EDENE - Li Edenê, di serdegirtina malan de 5 kes hatin binçavkirin. Hat diyar kirin ku 5 kes bi hinceta piştgirî dayîn çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û Parlementera Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo 2 rojan ketibûn greva birçîbûnê hatin binçavkirin.
Serdozgeriya Komarê ya Edenê, derbarê çalakiya greva birçîbûnê ya piştgirî dayîn çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li Edenê di 16 û 17’ê Kanûnê de hat lidarxistin, lêpirsîn vekir. Dozger derbarê gelek kesan de biryara binçavkirinê da û polîsan jî li ser vê yekê bi ser gelek malan de girtin.
Di serdegirtinê de Berdevka Rêveberiya HDK'ê ya Edenê Olcay Suzgun, Alîkarê Serokê DBP'ê yê Edenê û Serokê Komeleya Jiyana Nû ya Edenê Hasan Kocaman, Rêvebera HDP’ê ya Edenê Sûphiye Bayav, Rêvebera DBP'ê ya Edenê Gule Bal û Serokê SYKP'ê yê Edenê Mehmet Alî Gulşen bi hinceta ketin greva birçîbûnê hatin binçavkirin.
5 siyasetmedarê hatin binçavkirin piştî kontrola tenduristiyê birin Midûriyeta Polîsan a Edeneyê. Hat diyar kirin ku dozger ji bo dosyeya lêpirsîn biryara veşartinê daye. Kesên hatin binçavkirin bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê”, “Propagandeya rêxistina kirin” û “Besnê sûc û sûcdar dayîn” tên sûcdar kirin.
Hat destnîşan kirin ku di çarçoveya lêpirsînê de, dibe ku hejmara binçavkirinan zêdetir bibe.