WAN - Şaxa SES’ê ya Wanê, kedkarên tenduristiyê Eyup Guven, Abdulazîz Yûral û Şeyhmûz Dûrsûn ên li Cizîr û Elkê hatin kuştin bi bîr anîn.
Şaxa Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) ê ya Wanê, li Avahiya Platforma Şaxa KESK’ê kedkarên tenduristiyê Eyup Guven, Abdulazîz Yûral û Şeyhmûz Dûrsûn ên di qedexeyên derketina kolnê ya Cizîr û Elkê de hatin kuştin, bi bîr anîn. Daxuyaniya bîranînê Mehmet Emîn Yilmaz kir.
'DEMA XWESTIN BIDIN JIYÎN, JI JIYANA XWE BÛN'
Yilmaz, diyar kir ku di mîtînga 10’ê Cotmehê de li Enqerê komkujî pêk anîn û wiha axivî: “Li gelek bajaran bombe teqandin û nexweşxane kirin qereqol. Nexweşan hewl dan bi alên spî biçin nexweşxaneyan. Kesên nexweşîna kronîk bi wan re heyîn, pir, kal, zarok û jinên du canî nekarin biçin nexweşxaneyan û pir zorî dîtin. Di qedexeyên derketina kolan de, kedkarên tenduristiyê dema xwestin biçin mirovan bidin jiyîn, ji jiyana xwe bûn.”
'EM SOZA AŞTIYÊ DIDIN WAN’
Yilmaz, da zanîn ku ew kedkarên tenduristiyê yên di vê pêvajoyê de jiyana xwe ji dest dayîn bibîr tînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Eyup piştî nobedariyek pir zêde xeyal dikir ku bigihijê malê. Lê hat hedefgirtin û kuştin. Bi yek guleyê di 27’ê Tebaxa 2015’an de qetil kirin. Bûyer weke îxbarê lanse kirin û ser girtin. Şeyhmûz jî ajokarê ambûlansê bû û bi demê re dinava pêşbirkê debû. Ma dê ji kuderê zanibûya, polîs dê ji kontrola rê gule lê bireşînin. Dema Şeyhmûz hat qetilkirin, 25’ê Îlona 2015’an bû. Azîz jî ji bo ku jineke li kolana lê rûdinişt birîndar bûbû, xwest xelat bike bû hedefa sekvanan û hat qetilkirin. Azîz weke hevalên xwe di 30’ê Kanûna 2015’an de hat qetikirin. Em soz didin kedkarên tenduristiyê ku emê aştiyê bînin.”
Piştî axiftina Yilmaz, daxuyanî bi dawî bû.