ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê di serdema qedexeya derketina kolanan de Abdulaziz Yural ê 3 sal berê hat kuştin, li ser gora xwe ji aliyê hempîşe, malbat û nûnerên partiyên siyasî ve hat bibîranîn. Xizmetkarên tenduristiyê li ser gora Yural, diyar kirin ku kew dê ji bo aştiyê dayîna bedelan berdewam bikin.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê piştî di 14'ê Kanûna 2015’an de qedexeya derketina kolanan hat îlankirin, di 30'ê Kanûnê de xizmetkarê tenduristiyê û endamê SES'ê Abdulaziz Yural, jiyana xwe ji dest dabû. Endam û rêveberen SES'ê û nûnerên saziyên demokratîk bi minasebeta 3’emîn salvegera Yural, Yural li ser gora wi bibîr anîn. Malbata Yural û xizmetkarên tenduristiyê li ser gora Yural a li Goristana Cizîrê kom bûn. Hevserokên Giştî yên SES'ê Îbrahim Kara û Gonul Erden, Endamê Lijneya Rêveber a Navendî ya KESK'ê Îlhan Yiğit, Endam û rêveberên HDP'ê yên bajar û navçeyan û gelek kesen din ji tev li bîranînê bûn.
'JI BO AŞTIYÊ EM DÊ DAYÎNA BEDELAN BERDEWAM BIKIN'
Koma li ser gora Yural kom bûn dua xwendin. Hevserokê Giştî yê SES Îbrahim Kara, diyar kir ku di rojên tarî re derbas dibin û wiha got: "Lê li pişt her rojên tarî rojên ronahi hene. Ji aştiye kedek gelek mezin hatiye dayîn û gelek bedel hatin dayin. Lê ji bo aştî pêş bikeve bedelên din jî hebin em dê bidin. Daxwaza aştiyê ji bo serdestan bûye tirs. Em dê di rêya xizmetkarên tenduristiyê de têkoşîna xwe berdewam bikin."
Endamê MYK'ê yê KESK'ê Îlhan Yigit jî diyar kir ku ew dê li dijî şer têkoşîna aştiyê berdewam bikin. Yigit, anî ziman ku ew dê jibo aştiyê dayîna bedelan berdewam bikin. Kom piştre çûn ser gora Eyup Guven ku di qedexeyê de jiyana xwe ji dest da ziyaret kirin.