NAVENDA NÛÇEYAN - Li rojhilatê Fîlîpînê, barana zêde bû sedem ku ax bişemite û lehî rabe. Ji ber karesatê 36 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî malperên nûçeyan yên herêmê li Fîlîpine ji ber barana zêde ax şemitî û lehî rabû. Ji ber lehiyê 36 kesan jiyana xwe ji dest dan. Hat diyar kirin ku kesên jiyana xwe ji dest dan di bin lehî û heriyê de mane. Li herêma Legazpî ya eyaleta Albayê, sê kesên ji malbatekê di xew de ji ber felaketê mirin. Polîs û servîsên lezgîn ên li herêmê ragihandin ku di lehiyê de 36 kesan jiyana xwe ji dest dane. Li 6 eyaletên din ên baran lê zêde bariya, 22 hezar mirov neçar man cih û warê xwe biterikînin. Karê lêgerîn û rizgarkirinê yên tîmên rizgarkirinê dewam dike.