AMED - HDP beriya hilbijartina rêveberiyên herêmî ji bo namzetên hevşaredaran diyar bike sindoq danîn. Di serî de li Amedê û gelek bajarên herêmê HPP'ê ji bo hilbijartina namzetên hevşaredaran sindoq danîn. Rêxistina HDP'ê ya Amedê li 4 navçeyên navendî bi giştî li 7 navçeyan sindoq danîn û dê namzetên xwe diyar bike.
Rêxistina HDP'ê beriya hilbijartina rêveberiyên herêmî ya 31'ê Adarê dê li gelek bajar û navçeyan bi hilbijartinê namzetên xwe diyar bike. HDP ji bo namzetan diyar bike li Amedê û gelek bajarên din îro sindoq danîn û delege diçin ser sindoqan. Rêxistina HDP'ê ya Amedê li 4 navçeyên navendî bi giştî li 7 navçeyan sindoq danîn û delege diçin ser sindoqan ku hevşaredarên navçeyan diyar bikin. Sindoqên hilbijartina navçeya Rezan li salona Konferansê ya Vedat Aydin a avahiya HDP'ê ya Amedê hatin danîn. Dê 6 jê jin 12 namzet ji bo hevserokatiyê têkevin pêşbirgê. Dê 514 delege dengê xwe bikar bînin. Li navçeya Surê dê 279, Peyasê 504, Yenişehirê 389, Farqînê 250, Bismilê 311 û Licê 100 delege dê biçin ser sindoqan û namzetên xwe yên Hevşaredaran diyar bikin.
Bernamzet beriya hilbijartinê xwe didin naskirin û projeyên xwe bi delegeyan re parve dikin. Piştî hemû hevşaredar xwe bidin naskirin delege dê biçin ser sindoqan û namzetên xwe diyar bikin. Hilbijartin dê sate di 17.00'an de bi dawî bibe. Piştî hilbijartinê HDP 'ê hevşaredaran bi gel bide naskirin û namzet dê tev li xebatên hilbijartinê ya 31'ê Adarê bibin. Li navçeyên Sûr, Farqîn, Bismil, Rezan, Peyas, hevşaredar dê bi pêşhilbijartinê bên diyarkirin. Li navçeyên Pîran, Gêl, Çunguş, Hanî, Hazro, Kocakoy, Çinar, Erganî, Peyas û Çermîkê jî dê rêxistinên bajar û navendî namzetên hevşaredaran diyar bike. HDP, li bajanên din jî sindoq danîn û pêşhilbijartina ji bo namzetan tê kirin.
ÊLIH
Rêxistina HDP'ê ya Êlihê jî ji bo namzetên hevşaredaran ên hilbijartina 31'ê Adarê diyar bike li Salona konferansê ya Petrol-Îş a Êlihê sindoq danîn û delege namzetan hildibijêrîn. li salonê pankarta "Em hebûn em dê hebin" û "Em dê xwe û bajarên xwe bi rêve bibin" vekirin. Di pêşhilbijartine de parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier, Dayikên Aştiyê û bernamzet amade bûn.
Pêşhilbijartinê bi rêzgirtinê dest pê kir. Wekîlê HDP’ê Taşçier, diyar kir ku pêşhilbijartin kevneşopiya demorasiyê ye û wiha got: "Ji bo mirov demokrat be divê li gorî pîvanên demokrasiyê tev bigere. Komisyonên me yên hilbijartinê dê li gorî vîna hilbijêran namzetan diyar bike. Piştî axaftinê bernamzetên Êlih, Bişêrî, Kercews, Heskif, Kozluk û Sasonê xwe dan nasîn. Piştî nasînê delege çûn ser sindoqan û dengê xwe avêtin sindoqan.
DERSÎM
Rêxistina HDP'ê ya Dersimê jî bi armanca namzetên xwe diyar bikin sindoq danîn. Beriya pêşhilbijartinê Hevserokê HDP'ê yê Dersimê Hidir Çîçek, gel silav kir û bernamzetên ku ji bo hevşaredariyê serlêdan kirine hewldana wan bi qîmet e û di vê serdema ku zext zêde ne serlêdan û xwedîderketin grîng e. Piştre bernameztên Hevşaredariyê Endamê Meclîsa HDP'ê Cevdet Konak, Serokê şaxa SES'ê yê Dersîmê Nurşat Yeşîl, Serokê şaxa ÎHD'ê Gurbuz Solmaz, Rêvebera HDP'ê ya Dersîmê Cemile Ataş, Alaaddin Erdogan, Ferhat Yıldız xwe dan naskirin û piştre delege çûn ser sindoqan.
ŞIRNEX
Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê jî bi heman armancê li navçeyên Hezex, Cizîr û Sîlopiyê jî delege ji bo hevşardarên xwe diyar bikin çûn ser sindoqan û deng dan. Li Cizîrê bi tevlêbûna 500 delegeyan li avahiya HDP'ê ya Cizîrê hilbijartin pêk anî. Di saetên serê sibe de bi sedan kes ji bo dengê xwe bidin çûn avahiya HDP'ê ya Cizîrê. Li taxên ku qedexeya derketina kolanan hat îlankirin eleqeyek mezin hebû.
Hilbijartinê bi rêzgirtina ji bo kesên di tekoşîna aştî û demokrasiyê de ji yana xwe ji dest dane dest pê kir. Pişte yek bi yek derbasî salona hilbiartinê bûn. Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Meral Danış Beştaş li vir axivî û diyar kir ku çawa Cizîrê berê vîna xwe nîşan da, dê ji niha û şûnde jî vîna xwe nîşan bide.
Piştî axaftinan delege çûn ser sindoqan. Li navçeyên Silopî û Hezexê jî sindoq hatin avakirin.