KOBANÊ - Çalakiya mertalên zindî ya li dijî operasyona tê gotin dê li ser rojhilata Firatê dest pê bike, bi tevlîbûna welatiyên Erep, Tirkmen, Suryanî, Ermenî û Kurdan berdewam dike. Erebên ji bo mertalên zindî ji Reqayê hatin Kobanê, diyar kirin ku gelên Sûriyeyê yekin û dagirkerî nayê qebûl kirin.
Piştî daxuyaniyên “Operasyona li dijî rojhilata Firatê” yên Tirkiyeyê, çalakiya mertalên zindî ya li ser xeta sinor gelên Bakurê Rojhitê Sûriyeyê dabûn dest pê kirin, berdewam dike. Çalakiya mertalên zindî ya di 19’ê Kanûnê de li Kobanê hat destpêkirin, bi tevlîbûna welatiyên Erep, Tirkmen, Suryanî, Ermenî û Kurdan her roja diçe mezintir dibe.
EŞÎRÊN EREB SEFERBER BÛN
Nûnerê eşîra Elbû Şeban ku yek ji eşîrên herî mezin ê Reqayêye Mihemed El Ehmed, diyar kir ku Ereban berê xwe dane herêmên dibin gefan dene û wiha axivî: “Gelên Sûriyeyê yekin. Tu hêz nikare wan ji hevdû cuda bikin. Di dîrokê de tiştên bi Ereban hatin kirin, me qet ji bîr nekiriye. Em mafdarin û yên mafdar teqez dê qezenc bikin. Hêza me ji bo vê heye. Baweriya me bi hêz û gelê me heye. Emê bihostek axa xwe jî nedin. Kurd û Ereb dê mil bidin milê hev û vê pêvajoyê derbas bikin. Sûriye ya hemû gelane. Ev der welatiyê me. Emê bi hevre axa xwe biparêzin û azad bikin. Bi awayekê eşkere ez bang li hemû gelan dikim ku li dijî dagirkeriyê bibin yek û bila êdî xwîn nerije.”
JIN DÊ DÎSAN LI DIJ DERBIKEVIN
Ji endamên Meclîsa Jinan a Reqayê Sedîqa Ebdî jî, anî ziman ku ewê tu carî bêdeng nemînin û wiha got: “Em beşdarî çalakiyên Girê Spî û Kobanê bûn. Emê bêdeng nemînin. Em ji bo fikrê Osmantiyê dibin na. Em li dijî dabeşkirina Sûriyeyê ne. Em hemû bi yek devkî dibin na, Sûriye yeke û dê neyê parçekirin. Gelê Sûriyeyê yeke. Emê destûr nedin axa me dagir bikin. Çawan ku têkoşîna jinan li Kobanê û Reqayê serkeftin bi dest xist, emê bi vê vînê li vê derê jî li dijî êrîşan derbikevin. Emê hemû gefên Erdogan vale derbixin.”
‘EM GEL GELÊ KURDIN’
Welatiyê Reqayê Reşît Mehmûd jî, da zanîn ku ew nêzîkatiyên Tirkiyeyê yên li hemberî erdnîgariya gelê Ereb qebûl nakin. Di hemû beşan de kîn û hêrs heye. Gelê Erep li gel gelê Kurde. Emê tim cihê xwe gel wan bigirin. Emê li hemberî êrîşên li ser xwe, têkoşînek evpar bidin û vê têkoşîna xwe mezin bikin.”
MA / Nazim Daştan