NAVENDA NÛÇEYAN - Li Riha, Edene û Amedê bi ser gelek malan de hatin girtin û gelek kes hatin binçavkirin.
Polîs û eskeran li gund û taxên navçeya Serêkaniyê ya Rihayê, bi ser gelek malan de girt. Polîs û eskeran di serdegirtina malan de 20 kes binçav kirin. Ji 20 kesên ku hatin binçavkirin û navê wan hat fêrbûn wiha ne: Endamê meclîsa şaredariya Rihayê Esra Guler, Cemile Dagtekin, Fethi Otken, Mehmet Alî Asan, Veysî Beken, Harun Dagtekin, Çetîn Îsî, Mîzgîn Aslan, Mehmet Ozkan, Mûstafa Şahîn û Îbrahîm Polat.
LI EDENÊ 4 SIYASETMEDAR HATIN BINÇAVKIRIN
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Edenê da dest pê kirin de, polîsan serê sibê hemwext li Amed û Edenê bi ser gelek malan de girtin. Polîsan di serdegirtina malan de, lêgerînek hûr û kûr kirin, dest danîna ser hin pirtûk û malzemeyên dîjîtal. Di serdegirtinê de Berdevka Rêveberiya HDK'ê ya Edenê Olcay Suzgun, Alîkarê Serokê DBP'ê yê Edenê û Serokê Komeleya Jiyana Nû ya Edenê Hasan Kocaman, Rêvebera DBP'ê ya Edenê Gule Bal û Serokê SYKP'ê yê Edenê Mehmet Alî Gulşen hatin binçavkirin. 3 siyasetmedarê hatin binçavkirin piştî kontrola tenduristiyê birin Midûriyeta Polîsan a Edeneyê û hinceta binçavkirin wan nehat zanîn.
LI AMEDÊ JÎ, BI SER MALA DEMÎRKIRAN DE GIRTIN
Li aliyê din, polîsan li navçeya Peyasê ya Amedê bi ser mala Endamê Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Abdulselam Demîrkiran de girtin. Polîsên ku Demîrkirina li malê nedîtin, hemû alavên malê belav kirin û ji malbatê re gotin ew li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Edenê û Midûriyeta Polîsan a Edenê hatine. Polîsan pirsa Abdulselam Demîrkirina li ku deriyê ji malbatê kirin û xwestin bê îfade bide.