MÊRDÎN - Girtiyê nexweş Îbrahîm Akbaba yê 70 salî yê dema ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê bi SEGBÎS'ê beşdarî danişîna doza xwe ya li Mêrdînê bû de krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Piştî Akbaba jiyana xwe ji dest da û şûnde dadgahê biryara berdewana wî da.
Girtiyê nexweşîna giran Îbrahîm Akbaba yê 70 salî ku salek û nivê li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê ma, du roj berê dema bi Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişîna xwe ya Dadgeha Cezayê Giran a 3'yemîn a Mêrdînê bû de, krîza dil derbas kir. Akbaba piştî krîza dil derbas kir, rakirin nexweş û li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Akbaba duh li navçeya Qoser a Mêrdînê hat definkirin.
LIGEL KU RAPORA WÎ YA JI SEDÎ 90 ASTENGDAR HEBÛ JÎ, NEHAT BERDAN
Nexwîna şekir a Akbaba pir giran bibû, berê jî emeliyeta dil derbas kiribû û dîsan ji ber nexweşiya şekir lingekê wî hatibû jêkirin.
Akbaba yê ji sedî 90 rapora wî ya astengdariyê hebû, di Tîrmeha sala 2017’an de dema ajokarê TIR’ê bû hin kesên otostop dikirin li wesayîta xwe siwar dike. Di kontrola rê de, derdikeve holê ku biryara lêgerîna van kesan heye. Li ser vê yekê Akbaba jî bi van kesan re tê binçavkirin û girtin. Piştî Akbaba tê girtin û şûnde di 6’ê Mijdara 2017’an bi wesayîta rîngê sewqî Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tê kirin. Akbaba piştî 9 meh bi ser girtina wî re derbas dibin, yekem car di meha Adarê de derdixin pêşberî dadger. Akbaba piştre du car din derdikeve pêşberî dadger, lê ligel temenê wî yê mezin bûyî, nexweşiyên wî yên giran û rapora wî ya astengdariyê jî nehat berdan.
PIŞTÎ MIR, HAT BERDAN
Akbaba du roj berê dema bi Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî 4’emîn danişîna xwe ya Dadgeha Cezayê Giran a 3'yemîn a Mêrdînê bû de, krîza dil derbas kir û rakirin nexweşxanê. Ligel hemû mudaxileyan jî Akbaba jiyana xwe ji dest da. Di danişîna dihat berdewam kirin de, piştî Akbaba jiyana xwe ji dest da biryara berdanê ji bo wî hat dayîn.
‘BI SÎRGÛN KIRIIN XWESTIN PEYAM BIDIN’
Kurê Îbrahîm Akbaba Şehmûz Akbaba, derbarê pêvajoya dadgeh kirina bavê xwe û girtina wî de ji Ajansa Mezopotamya (MA) vegot.
Akbaba, diyar kir ku bavê wî li Mêrdînê dihat naskirin û wiha axivî: “Bavê min kesek dihat heskirin bû. Bavê min piştî 4 meh li Mêrdînê girtî ma û şûnde, ligel nexweşî û rapora wî ya astengdariyê jî sîrgûnî Girtîgeha Edîrneyê kirin. Bavê min bi wesayîta rîngê birin Edîrneyê û sê rojan di rê de ma. Em baş dizanîn ku ji bo malbatan ceza bikin girtiyan sîrgûn dikin. Wê demê li Girtîgeha Mêrdînê cih hebû. Xwestin bêjin ew bi mirovekê 70 salî jî dikarin van tiştan bikin. Li ser vê yekê xwestin peyam bidin.”
‘RÊVEBERIYA GIRTÎGEHÊ RAPORA BERÊ NEŞAND’
Akbaba, anî ziman ku sê caran danişîna bavê wî hat dîtin, lê nehat berdan û wiha got: “Çawan ku yekemîn danişîna bavê min hat dîtin, sîrgûnî Edîrneyê kirin. Hemû nexweşiyên wî li nexweşxanê tespît kiribûn. Lê ligel vê yekê jî di rapora hatibû amadekirin de gotibûn ‘dikare di girtîgehê de bimîne.’ Ji xwe her ku diçû rewşa tenduristiya bavê min xerab dibû. Di danişîna Tebaxê hat dîtin de dadgehê dîsan rapor ji girtîgehê xwest. Lê rayedarên girtîgehê li şûna bavê min bibin nexweşxanê û raporek nû jê re derbixin, rapora wî ya kevn ji dadgehê re şandin. Dadgehê jî ev rapor qebûl kir û daxwaza berdana bavê min red kir.”
‘ÇAWAN RÛNIŞT SER KURSÎ KET ERDÊ'
Akbaba, derbarê roja danişînê ya bavê wî kriza dil derbas kirî de jî, ev agahî dan: “Bavê min anîn odeya SEGBÎS’ê. Çawan rûnişt ser kursî ket erdê. Kesên ligel wî jê xwestin deng derxîne, lê deng jê derneket. Dadger xwest wî bibin revîrê. Dûre çi bû em jî nizanin. Em fêr bûn ku rakirin nexweşxanê. Dûre jî agahiya mirina wî dan me.”
‘DADGEHÊ JI BO MIRINA WÎ BIRYARA BERDANÊ DA'
Akbaba, dest nîşan kir ku piştî bavê wî jiyana xwe ji dest da, dadgehê biryara berdana wî da û wiha bilêv kir: “Em qet bi vê biryarê keyfxweş nebûn. Parêzerên me serlêdan kirin. Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) xwestibû bê berdan. Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Ebrû Gunay pêşniyar pirs da Meclîsê û rewşa wî vegot. Berê jî dihat zanîn ku pir nexweşe. Ger jiyana xwe ji dest ne dabûya, dîsan jî nedihat berdan. Bi awayekê pir vekirî, dadgehê ji bo mirina wî biryara berdanê da. Berpirsên vê mirinê, feraseta ku bavê min kal ê nexweş di girtîgehê de hiştine ye. Ev pergala edaleta vê hikûmetê ye. Dozger û dadgerên 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê, rayedarên Girtîgeha Edîrneyê, Wezareta Dadê û hikûmet berpirsê mirina bavê minin. Ligel hemû hewldanên me jî, bêxem tevgeriyan û bi mantiqê cezakirinê tevgeriyan.”