DÎLOK – Li Dîlokê dayika 2 zarokan Sema Ozbûdak (38) piştî dev ji hevjînê xwe berda, hevjînê wê tim gef lê dixwarin û ji bo vê serî li emniyetê û dozgeriyê da. Lê belê dîsa jî Ozbûdak nehat parastin. Ozbûdak bertek nîşanî vê yekê da û got: "Ma gere ez bimirim?"
Li Dîlokê, dayika 2 zarokan Sema Ozbûdak (38) ku di meha Nîsanê de dev ji hevjînê xwe Kaya Osanmaz berda, piştî berdanê hevjîn wê yê berê tim gefan lê dixwe. Ozbûdak, diyar kir ku ji ber gefên tên xwarin ew mecbûr maye bi xwe veşêre û bi dizîka bijî. Her wiha Ozbûdak, got ji bo vê yekê wê serî li saziyên fermî jî daye lê belê tiştek nehatiye kirin.
Ozbûdak bertek nîşanî vê yekê da û got: "Ma ji bo ev zilam bê girtin qey gere ez bimirim?"
Ozbûdak, bilêv kir ku ew 10 salan zewicandî maye, lê belê 5 salên dawî yên cewazê qet baş derbas nebûye û tim bi zext û ûz orî şideta fizîkî boriye. Ozbûdak, destnîşan kir ku beriya devjêberdanê û piştî devjêberdanê hevjînê wê yê berê gelek caran gef lê xwarine û got: "Tim telefon dike û peyaman dişîne û gefan dixwe. Carekê keça min a diçe dibistanê bi zorê revand. Ji bo keça xwe bînim mecbûr mam tevî polîsan biçim. Ew pirsgirêkên 5 salên dawî di 5 mehên dawî de zêdetir bûn. Tim min serî li meniyetê û dozgeriyê da. Herî dawî wexta ji bo keça min a biçûk hate, her çend ne wexta roja wî bû jî ji mecbûrî min dayê. Wexta min keça xwe anî, di bêrîka wê de du gule hebûn. Xwest bi van guleyan peyamekê bide min. Dibêje 'ez ê kezabê bavêjim ser çavê te, lingên te û çogên te bişikînim û felcî bikim.' Êdî ji ber van gefan nikarim îdare bikim."
'DOZGERAN GUH NEDA MIN'
Ozbûdak, anî ziman ku herî dawî hevjînê wê yê berê di 27'ê Kanûnê de hatiye mala wê û got: "Wî digot qey ez li mal im. Lê belê bêyî haya wî jê hebe di karekî de dixebitîm. Wexta hat digot qey ez li mal im û li gor wê plansaziyek kiribû. Wexta ji bo keça min bibe hat, li malê leqayî kekê min tê û guleyekê bera lingê wî dide. ger wê rojê li mal bûma wê bera min dana. Ji wê rojê ve ye kes xwe nagihînê. Gelek caran polîs çûn cihê karê wî. Lê wexta polîs diçûn ew di deriyê paş re direviya. Wî ev yek gotin. Min jî tiştên wî gotin ji emniyetê re gotin. Gelek caran çûm dozgeriyê min gilî kir, lê belê dîsa jî tiştek nehat kirin."
Ozbûdak, bilêv kir ku tu ewlehiya wê, zarok û malbata wê nemaye û got: "Ma gere ez bimirim?"
Ozbûdak, xwest êdî alîkariya wê bê kirin û got: "Wexta ji bo gilîkirinêd içim qereqolê, hemû qeydên dengên wî, wêneyên wî didim wan. Qeyd û wêneyan digirin û ji min dixwazin îmzeyê li binî deynim û min dişînin. Çûm edliyeyê min hevdîtin bi dozger re çêkir. Min hevdîtin bi 6 dozgeran re çêkir. Her şeşan jî got 'ev yek ne di qada me de ye' û min şandin. Ne bi min re eleqedar bûn, ne jî tiştek kirin. Ji bo xwe û zarokên xwe min tika kir, lê guh nedan min. Ji kerema xwe bila rayedar dengê min bibihîsin."