RIHA - Parlementerê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan, ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan bang kir û got AYM'ê bi biryara dayî tescîl kiriye ku li Girtîgeha Îmraliyê hiqûqeke taybet heye.
Parlementerê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan der barê tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de axivî û bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên girtiyên siyasî ku ji bo dawî li tecrîdkirina Ocalan bê.
‘OCALAN AKTOREKÎ GIRÎNG E'
Omer Ocalan, diyar kir ku Ocalan tenê ne şexsiyetek e ji bo aştî li Tirkiye û Rojhilata Navîn pêk bê aktorekî girîng e û got: "20 sal in Birêz Ocalan tê tecrîdkirin. Lê belê ev yek di demên dawî de bêtir giran bûye. 3 sal in bi tu awayî pêwendî bi Birêz Ocalan re nehatin danîn û ji ber vê der barê jiyana wî de şik û guman li me peyda bûne." Ocalan, diyar kir ku Dewleta Komara Tirkiyeyê çi li Rojhilata Navîn çi li Tirkiyeyê ji bo rê li ber destkeftiyan bigire tecrîd veguherandiye polîtîkayekê. Ocalan, bilêv kir ku ev yek gelek tişt bi Tirkiyeyê dane windakirin û her diçe ev windahî zêdetir dibin.
Parlementer Ocalan, destnîşan kir ku ew di pêvajoyeke girîng û krîtîk re derbas dibin û got: "Di vî warî de ji bo pêwedniya Birêz Ocalan bi gelên Rojhilata Navîn re bê birîn polîtîkayên tecrîdkirinê hatin girankirin. Çaryeka sedsala 21'an û çaryeka sedsala 20'an pir dişibin hevdu. Sed salan urd mehkûmî esaretê kirin. Lê belê di vê sedsalê kurd li hemberî vî ykê têdikoşin. Lê belê ji bo ev berxwedan bê berterefkirin tecrîda li ser Birêz Ocalan tê girankirin."
'DIVÊ TECRÎD BÊ ŞIKANDIN'
Ocalan, anî ziman ku îktîdara AKP'ê polîtîkayeke li dijî kurdan bi rê ve dibe û ji bo vê jî li Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê êrîşî hemû destkeftiyên kurda dike û dixwaze gelê kurd bê rêber bihêle. Ocalan, destnîşan kir ki bi tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li hemberî kurda veguheriye êrîşeke piralî, loma divê tecrîd bê şikandin.
Ocalan, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan û destnîşan kir ku ev çalakî pri girîng in. Ocalan, bi bîr xist ku Hevseroka KCD'ê û Parlementera HDP'ê Leyla Guven 53 roj in ji o dawî li tecrîdê bê di greva birçîbûnê de ye. Ocalan, bang li herkesî kir ku xwedî li çalakiyên greva birçîbûnê bê derketin û got: "Tecrîda li ser Birêz Ocalan li ser gelê kurd hemû tê sepandin. Loma jî berî çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan bigihên asta dijwar, divê xwedî li wan bê derketin."
'AYM'Ê TESCÎL KIR'
Ocalan, anî ziman ku wî der barê tecrîdkirina Ocalan de gelek pêşnûmepirs berpêşî meclîsê kirine lê belê gelek jê hatine redkirin û herî dawî jî ji bo hevdîtinê bi Ocalan re çêbike serî li Wezareta Dadê daye lê belê hîn bersiva wî nehatiey dayîn. Ocalan got, hiqûqa li Îmraliyê hiqûqeke din e û got: "Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) bi biryara der barê Veysî Aktaş û Hamîllî Yildirim de hiqûqa liw ir tescîl kir. Lê belê em ê li hemberî vê pergala hiqûqê nas nake tim bitêkoşin."