STENBOL – Dayikên Aştiyê bal kişandin ser çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guvenê ku ji bo dawî li tecrdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê 53 roj in di grevê de ye. Dayikên Aştiyê bang li herkesî kirin ku bibin dengê Guvenê û girtiyên siyasî.
Li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê da destpêkirin di roja 53'yan de didome. Dayikên Aştiyê bal kişandin ser çalakiya Guvenê û gotin ger daxwaza Guvenê û girtiyên siyasî yên di greva birçîbûnê de bê qebûlkirin wê aştî pêk were.
‘JI BO HEMÛ GELAN...'
Dayika Aştiyê Zeynep Calihan anî ziman ku ew piştevaniya Guvenê dike û silavan xwe ji bo wê rê dike. Calihan, bilêv kir ku Guven ji bo hemû gelên li welat bedena xwe daye ber mirinê. Calihan destnîşan kir ku daxwaza Guvenê daxwaza wan e û loma ew Dayikên Aştiyê dixwazin dawî li tecrîdkirina Ocalan bê.
BERTEK NÎŞANÎ BÊDENGIYÊ DA
Xwişka yek ji pêşengên PKK'ê Hayrî Dûrmûş, Dayika Aştiyê Zekiye Ayik jî anî ziman ku hikûmet û cîhanê li hemberî çalakiya Guvenê xwe li bêdengiyê daniye û bertek nîşanî vê yekêd a. Ayik got: "Mirin ne tiştekî xweş e. Birçîbûn ne tiştekî xweş e. Divê em gel û mirov bi hev re nêzîkatiya ji bo vê yekê şermezar bikin." Ayik bang li hemû dayikan kir ku bibin dengê Guvenê û got ger daxwaza Guvenê û girtiyên siyasî yên di greva birçîbûnê de bê qebûlkirin wê aştî pêk were.
Her wiha Ayik bang li Serokomar jî ir û got: "Em dayik dixwazin daxwaza Guvenê û dawî li tecrîdkirina Ocalan bê. Divê ji bo vê yekê demildest hin gav bên avêtin."
‘KERR Û KOR Û LAL IN'
Dayika Aştiyê Zekiye Îm jî bêdengiya hikûmetê rexne kir û got: "Ev mirov bedena xwe dane ber mirinê, lê belê kes dengê wan nabihîse. Herkes kerr, kor û lal bûye. 53 roj in kes Leyla Guvenê nabîne." Îm, destnîşan kir ku divê ji bo aştiyê êdî herkes bibêje "êdî bes e" û ew li cem Guven û girtiyên din in.
MA / Servet Karaduman