STENBOL – Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Esengul Demîr, diyar kir ku kesên ji bo bernamzetiyê ya hilbijartina herêmî li Stenbolê serî li wan dane piranî jê jin û karker in û got: "Divê Stenbolê bê xelaskirin û ji nû ve bê avakirin. Ji bo vê jî çi bikeve ser milê me divê em bikin."
Ji bo hilbijarrtina herêmî ya 31'ê Adara 2019'an xebatên partiyên siyasî didomin. Hevseroka HDP'a Stenbolê Esengul Demîr, der barê serlêdanên ji bo nazmetiyê û xebatên dikin de agahî dan.
Demîr, diyar kir ku ji bo hilbijartina herêmî gelek kesan serî li wan daye û got: "Serlêdana fermî di 18'ê Kanûnê de bi dawî bû, lê belê lgel vê projeyeke em li ser dixebitin heye. Me fîzîbîlîteyek di warê jinan de kiribû. Bi vê re em û gelek saziyan hatin gel hev. Ji bo ji saziyên cuda namzet bên şandin em tev geriyan. Ji bo Stenbol ji aliyê jinan ve bê birêvebirin me û gelek sazî û sendîka hin nîqaş kirin. Bersivên erênî hatin."
‘HERÎ ZÊDE JIN Û KARKER SERLÊDAN KIRINE'
Demîr, da zanîn ku heta niha ji kesên serî li wan dane ji 3 paran yek jê jin in. Demîr, diyar kir ku yên serî li wan dane piranî jê jin, ciwan û karker in û got: "Ji sazî û STK'yên cuda hin kes serlêdan kirine. Malbatên Pirsûsê, Dayikên Aştiyê û gelek kesên din serlêdan kirine. Wê di hefteya ewil a Çileyê de namzetên ji bo Stenbolê diyar bibin. Ji bo Stenbolê nêzî 400 kes hene. Em vê xebatê di ser sê herêman re dikin."
‘DIVÊ HEJMARA ŞAREDARIYÊN LI KURDISTANÊ BÊN ZÊDEKIRIN'
Demîr, bal kişand ser girîngiya hilbijartina herêmî û got: "Wekî HDP'ê me stratejiya xwe ya ji bo Kurdistan û rojavayê welat ji berê de diyar kiribû. Ji ber bi qeyûman şaredarî hatin destgîrkirin Kurdistan pir girîng e. Bi taybetî jî êrîşên li hemberî destkeftiyên jinan li hlê ne. Em baş dizanin îktîdar ji bo li Kurdistanê destekê ji jinan bigire hemû derfetên xwe yên aborî berpêş dike. Divê em şaredariyên xwe yên berê yên li Kurdistanê bigirin û zêde bikin. Her wiha em dibînin ku AKP hilbijêran ber bi Kurdistanê ve dişîne. Loma divê xwendekar û kedkarên li Stenbolê dijîn ji bo li cihên xwe dengê xwe bi kar bînin me dest bi xebatekê kiriye."
‘STENBOL BÛ BAJARÊ RANTÊ'
Demîr, bi bîr xist ku Stenbol metrepoleke mezin e û AKP'ya ku 16 sal in îktîdara piştî şaredariya mezin bi dest xist bû îktîdar. Demîr got: "Em baş dizanin Stenbol bajarekî mezin ê rantê ye û tim tê texrîbkirin. Bi awayekî zêde karker tên binpêkirin. Encamên Balafirgeha 3'yan, Projeya Kanal Stenbol û Projeya Galata Port li holê ne. Li vir rant tê bidestxistin. Ji bo li Stenbolê rê li ber rûxandin û texrîbatan bê girtin em di stratejiya xwe de pir zelal in. Her wiha li vî bajarî hejmara nifûsa jinan jî zêde ye û ji bo jin daxilî jiyana aborî û hemû qadên jiyanê bibin bajarekî girîng û emzin e. Ji bo vê jî me hin xebat kirin û wê ev xebat bidomin. Hevdîtinên me yên bi odeyên pîşeyî û STK'yan re didomin. Divê Stenbolê bê xelaskirin. Çimkî ev bajar ji ber polîtîkayên AKP'ê pir texrîb bûye. Loma divê em Stenbolê ji nû ve ava bikin û ji bo vê jî çi bikeve ser milê me divê em bikin."
Demîr, destnîşan kir ku di rêveberiyên herêmî de temsîliyeta wekhev pir girîng e û ew ê vê pergalê li rojavayê welat jî pêk bînin.
MA / Necla Demir