MÊRSÎN – Li Mêrsînê di salekê de 11 caran polîsan avêt ser mala Mehmet Hazara. Hazar, diyar kir ku di her seravêtinê de deriyê mala wî hatiye şikandin û ev yek di warê derûnî de bandoreke neyînî li malbata wî dike. Hazar xwest raya giştî dengê wan bibihîze.
Li Taxa Kurdalî ya navçeya Toros a Mêrsînê, di nav salekê de polîsan 11 caran avêt ser mala Mehmet Hazar. Hazar, diyar kir ku di her seravêtinê de deriya mala wan hatiye şikandin û ji bo dawî li vê pêkanînê bê serî li Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrsînê da.
Hazar, bilêv kir ku piştî wî gilî kiriye jî polîsan avêtiye ser mala wî û got: "Em her şev difikirin 'gelo wê îşev polîsa bavêjin ser malê?'" Hazar, da zanîn ku di sala 2011'an de keça wî Sevgî Hazara (Dîcle Amed) di nav refên PJAK'ê de jiyana xwe ji dest daye û wexta polîs davêjin ser mala wan ew dibin emniyetê û jê dipirsin "keça te li kuderê ye, kî ew şand?" Hazar got: "Keça min bi vîna xwe çûye. Yanî tu eleqeya me bi vê yekê tune ye. Wexta çû ji min re negot. Keça min gerîla bû û di 2011'an de li Îranê şehîd ket. Loma tim li keça min dipirsin. Wisa dixuyê ku dixwazin heyfê ji min bistînin."
‘ÇEK SPARTIN SERÊ KEÇA MIN'
Hazar, bilêv kir ku êdî tu hizûr ji wan re nemaye û got: "Ji ber divêjim wê polîs bên tu carî tena bêceme li malê rûnanêm. Her wiha malbata min jî. Di dema avêtina ser malê de polîsan wêneyên sivîl ên keça min a şehîd ket, şarên rengîn, saeta bi rengê kesk û sor û zer û pirtûka Gultan Kişanakê birin. Gelek tişt birin, hema bêje li mal tiştek nema. Li malê wexta keça min a diçe lîseyê di xew de bû 4 polîsan çek spart serê wê û ew ji xew şiyar kirin. Keça min hîn jî ditirse. Li malê tu hizûra me nema. Her cara tên deriyê mala me dişikînin. Wexta tên an min an jî keça min binçav dikin û dîsa me berdidin."
‘EM HESAB NADIN TU KESÎ'
Hazar got: "Herî dawî wexta hatin ez ne li mal bûm. Dîsa derî şikandine. Wexta derî şikandine birayê min ji wan re gotiye; 'Çima hûn derî dişikînin?' Polîsan jî gotiye 'Heke bivê em ê bişikînin, em hesan nadin tu kesî.' Li ser vê min serî li ÎHD'ê da. Madem ev welat welatekî demokratîk e, nexwe bila dozger û dadgerên vî welatî tev bigerin. Bila dengê me bibihîsin. Bila dev ji me berdin."
MA / Ergin Çaglar