AMED – Namzetê HDP'ê yê parlementeriyê Mehmet Temîzyuz ku di 9'ê Mijdarê de hat binçavkirin hat berdan.
Di operasyona 9'ê Cotmehê ya navenda wê Amed bû û li 9 bajaran pêk hat 142 siyasetmedar hatibûn biçavkirin û ji van hin jê hatibûn girtin. Ji kesên hatin girtin yek jê jî namzetê parlementeriyê yê HDP'ê Mehmet Temîzyuz bû. Temizyuz li ser hesabê xwe yê Twîtterê ragihand ku hatiye berdan.