NAVENDA NÛÇEYAN - Îro serê sibê Hevserokê Meclisa Zagonsaz a Dêrazorê Merwan El-Fetîh ji aliyê kesên nenas ve hate gulebarankirin û di êrîşê de jiyana xwe ji dest da.
Hevserokê Meclisa Zagonsaz a Dêrazorê Merwan El-Fetîh, di saeten serê sibê de rastî êrîşê hat û jiyana xwe ji dest da. El-Fetih ku ji damezirînerên Meclisa Sivîl a Dêrazorê ye serê sibê rastî êrîşa çekdarî hat. El-Fetîh, destpêka sala 2018`an wek hevserokê Meclisa Zagonsaz a Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê hate hilbijartin. Îro di saetên sibê de dema erka xwe li bajarê Hesekê pêk dianî, li ser rêya di navbera Hesekê û Dêrazorê de ji aliyê komek kesên çekdar ve hate gulebarankirin. Di êrîşê de Merwan El-Fetih jiyana xwe ji dest da. Parêzvanê wî jî birîndar bû. Li gorî agahiyên nûçegihanê Ajansa Hawarê (ANHA) niha parêzvanê wî di nexweşxaneyeke bajarê Hesekê de tê dermankirin û rewşa wî baş e.