STENBOL – Parêzvanên mafên mirovan di çalakiya “Rûniştina F” a hefteya 353’yemîn de xwestin girtiya nexweş Mevlude Başdaş a ji sedî 86 astengdar bê berdan. Di çalakiyê de hat diyarkirin ku Başdaş gotiye “Ez ê li vir bimirim.”
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) a Stenbolê di hefteya 353’yemîn ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş li ber avahiya ÎHD’ê ya li Taksîmê çalakiya “Rûniştina F” li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên girtiyên nexweş û pankarta “Bila Mevlude Başdaş a nexweş bê berdan” hildan.
Di çalakiya vê hefteyê de balê kişandin ser girtiya nexweş Mevlude Başdaş a ji sedî 86 astengdar e.
‘EZ Ê LI VIR BIMIRIM’
Endama Komîsyona Girtîgeha a ÎHD’ê Hatîce Onaran daxuyanî xwend û diyar kir ku binpêkirina mafên jiyanê her roj zêde dibin û di bin siya binpêkirina mafan de salek li pey xwe hiştin û li girtîgehan mafên jiyanê yên girtiyan ji destê wan digirin. Onaran bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Mevlude Başdaş a li Girtîgeha Jinan a Şakranê û got tevî ku ji sedî 86 rapora astengdariyê ya Başdaş heye jî nayê berdan. Onaran da zanîn ku Başdaş gotiye “ez ê li vir bimirim” û banga berdana Başdaş kir.