'Qatil qet nehatin cezakirin'

  • rojane
  • 14:35 29 Kanûn 2018
  • |
img

AMED/ÊLIH - Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan, bi daxwaza bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin li Amed û Êlihê çalakiyên xwe yên şemiyê berdewam kirin. Endamê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Adnan Orhan, bal kiyand ser aqûbeta windayan û wiha got: "Li ser vê axê qatil û faîl qet nehatin cezakirin. Têkoşîna me jî tam di vê kêli û xalê de dest pê dike." 

Xizmên windayan û Endamên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê, çalakiya şemiyê ya "Bila winda bên dîtin 3u faîl bên darizandin" di hefteya 516’an de li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê berdewam kirin. Ji ber ku walîtiya Amedê çalakiya li ber Abîdeya Mafên Mirovan qedexe kiribû, xizmên windayan çalakî li avahiya ÎHD'ê pêk anî. Li gel ku xizmên windayan li ÎHD'ê daxuyanî dan jî, dîsa polîsan li Parka Koşuyolu li dora Bîrdariya Mafên Mirovan tedbîrên zêde girtin.
 
'FAÎL QET NEHATIN CEZAKIRIN'
 
Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan li salonê pankarta "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" vekirin û wêneyên windayan rakirin. Di çalakiyê de Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD'ê Adnan Orhan, diyar kir ku di demek nêzîk de bû şahidê komkujiya civakê û wiha got: “Yek ji van komkujiyan, komkujiya Roboskê ye. Di ser komkuiya Roboskê re 7 sal derbas bûn. Lê heta niha tu kes nehat darizandin. Qatil qet nehatin cezakirin.  Di vê mijarê de faîlên kesên hatin kuştin qet nehatin darizandin. Dijberî vê yekê hatin parastin. Têkoşîna me jî tam di vê astê de dest pê dike. Demsal û sal derbas bibin jî em qet dest ji têkoşîna xwe bernadin. Komkujiya 34 kesên li Roboskê tam hovîtî ye. 34 kes ji aliyê balafirên şer ve hatin kuştin. Piştre rayedarên dewletê daxuyanî dan û em hemû bûn şahid ku dixwazin ser sûc bincil bikin. Di daxuyaniyê pir aşkere dibêjin 'Em dê we qetil bikin. Em dê van kujeran jî biparêzin. Lê dinya bi dorê e. Bila kes ji bîr neke Edalet teqez dê cihê xwe bibîne. Sal û demsal jî derbas bibin em tu carî li dijî van zext û zilmê serî natewînin." 
 
AQÛBETA MEHMET OZDEMÎR PIRSÎN
 
Endamê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD'ê Hasan Yalçin jî aqûbeta Mehmet Ozdemîr ê di 27'ê Kanûna 1997’an hat binçavkirin û windakirin xwend. Yançin, anî ziman ku Ozdemîr bavê 7 zarokan bû û li Gundê Huseynîgê ji ber zextên dewletê koçî Amedê kir. Piştî ji gund koç kir, hêzên dewletê bi ser gund de girt û gund vala kir. Mehmet Ozdemir, beriya bi zorê bê binçavkirin çend çaran hat binçavkirin. Ozdemir piştî li Amedê bi cih bû, dest bi bazirganiya sewalkariyê kir û di 27'ê kanûna 1997’an de dema çû bazara sewalan û li cem hevalên xwe rûniştibûn kesên sivîl û bi çek, ew binçav kirin û bi erebê birin. Mehmet Ozdemir nexwest li maşînê suyar bibe, lê ew bi zorê li texsiyê suyar kirin û birin. Kesên bi çek ew bi zorê li erebê suyar kirin û birin û carek din agahî jê nehat girtin. Gelek şahide buyerê hene. Piştî malbatê li DMME'ê doz vekir, DMME'ê Tirkiye mahmuk mir. Piştî daxuyaniyê 5 deqîqeyan çalakiyê rûniştinê pêk anîn û dawî li daxuyaniyê anîn. 
 
 
ÊLIH: TÊKOŞÎN DÊ BIDOME
 
Li Êlihê jî xizmên windayan û şaxa ÎHD'ê bi heman armancê bi dirûşmeya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" xwestin li Kolana Gulistanê çalakiyê pêk bînin. Lê ji ber ku bi fermana Walîtiyê destûr nedan xizmên windayan li avahiya ÎHD'ê di hefteya 422'an de çalakî pêk anîn. Malbatan pankarta "Bila windabên dîtin û kujer bên darizandin" vekirin û wêneyên windayan rakirin. Hevserokê Şaxa ÎHD'ê yê Êlihê Devran Yıldiz, diyar kir ku ew dixwazin di sala 2019'an de çalakiya xwe li Kolana Gulistanê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Di hefteya 422'an de 34 welatiyen Roboskê yên 7 sal berê balafirên şer ên TSK'ê 34 bonbe li ser wan barand û kuştin bibîr anîn. Piştre Mehmet Zeki Tanguner  daxuyanî da û bal kişand ser komkuiya Roboskê. Tanguner, diyar kir ku ew kesên 7 sal berê hatin kuştin bi rêzdarî bibîr tînin û dê doza wan heta dawî bişopînin. 
 
Li vir jî piştî daxuyaniyê 5 deqîqeyan çalakiya rûniştinê pêk anîn. 
 

Sernavên din

02/01/2019
12:30 Yuksekdag: Tecrîd ne pirsgirêka Kurd e, pirsgirêka Tirkiyeyê ye
12:22 Wezaretê tezmîneta dabû gardiyenan ji girtiyan xwest
11:35 Pirsa ‘hûn çima ketin greva birçîbûnê’ ji siyasetmedarên dibin çavan de kirin
11:25 Derbasbûna Pira Osmangazî ji sedî 45 zem kirin
11:01 Kesê ku polîs lê digirin di medya civakî deye
11:01 Li Filîpînan 85 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:04 Ahmet Turk ê 5 sal berê bi Ocalan re hevdîtin kir: Ji bo şikandina tecrîdê pêwistî bi bertekên xurt heye
09:16 Ji ber li korîdorê dayîna dermanan qebûl nekir, mehek e nikare dermanan bi kar bîne
09:15 ‘Meaş hat zêdekirin lê bi qasî zema hatiye kirin du qat jî dîstînin'
09:14 Li dijî tecrîdê ketibû grevê: Heta ku Serok li zindanê be berxwedan jî berdewam e
09:14 43 rojin li dijî tecrîdê di grevê de deye: Ocalan wijdanê mirovahiyê temsîl dike
09:13 Lawje li Mêrdîn, Amed û Êlihê konsertan li dar dixe
09:12 Teatra Jiyana Nû: Em ê di 2019’an li pêşberî temaşevanên xwe bin
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2019'AN
01/01/2019
16:39 Lêpirsîn li pankarta ku navê Selahattin Demirtaş lê hebû vekirin
16:03 Parêzerên Demîrtaş serî li AYM'ê dan
15:45 Êrîşî qereqola sînor hat kirin: Leşkerek birîndar bû
15:34 Berdevka Pentagonê jî îstîfa kir
15:18 Rêveberiya Girtîgeha Wanê Pirtûka Musa Anter desteser kir
15:03 Parlementerê HDP’ê Zeydan jî li dijî tecrîdê test bi çalakiyê kir
14:29 Li Girtîgeha Kirikkale name li girtiyan qedexe kirin
12:48 NYT: Trump dema vekişandina ji Sûriyê dirêj kir
12:47 Eniya Piştgiriya Efrînê ket nava hewldanan
12:18 Daxwaza hevdîtina parêzerên Ocalan hat redkirin
11:38 Çanda dîrokî ya Dersîmê: Gaxan
11:14 Gelên Minbicê: Em li vir in natirsin
09:46 e-rojname bi gavek nû dest bi 2019'an kir
09:23 Li Mêrdînê bi tangan tûr avêtin
09:22 Li Cizîr û Sîlopiyê bi drone êrîşî qereqolan kirin
09:22 Karkerên fabriqeya plastîkê: Kes hawara me nabihîze
09:20 Der barê rêvebirinên baroyê yên berê de lêpirsîna 301'ê
09:19 Girtiya nexweşîna çolyak lê peyda bûye: Nanê biglûten didin min
09:19 Midûrê girtîgehê: Ez ê şidetê bi kar bînim
09:18 Bernameya meha Çileyê ya Şanoya Bajêr a Amedê
09:17 Şaredariya DBP'î ji bo avakirne 5 parkan 500 hezar tl, lê qeyûm ji bo rastkirinê 6 milyon tl xerc kir
09:16 'Li Rihayê rojê herî kêm 2 zarok tên îstismarkirin'
09:15 'Bila dawî li tecrîdê bê, aştî pêk bê'
09:00 ROJEVA 1'Ê ÇILEYA 2019'AN
31/12/2018
19:32 'Akademiya Rêveberiyên Heremî ya Şîrîn Tekelî' dest pê dike
18:50 Guven: 2019 dê bibe sala berxwedanê
16:45 KCD'ê peyama sersalê da
15:46 Demîrtaş: Alternatîfek din heye, ew jî Ocalan e
15:11 Ji Înîsiyatifa Girtigehan a Greva Birçîbûnê ya Marmara banga hestiyariyê
15:10 Hatimogullari: Dixwazin bi binçavkirinan hilbijartinê bi dest bixin
13:56 Leyla Guven: Çi ji destê kê tê divê bike
13:11 KESK: Em medya lînç û nifrînê naxwazin
13:01 HDP'ê peyama sersalê da: Dê zalîm têk biçin
12:52 Koma 4’emîn greva birçîbûnê ya 10 rojan dewr girt
12:39 Piştî ji Moskova vala vegeriya heviyên xwe bi Washingtonê ve girê da
12:06 Karneya çapemeyiyê ya 2018’an a Tirkiyeyê
10:58 Pirtûkên kurdî mohra xwe li salê dan: 230 pirtûk hatine çapkirin
10:38 Li Girtîgeha Bandirma îdîaya derb kirin
10:22 Senatorê DYA’ya Graham: Em şer dinava Kurd û Tirkan de naxwazin
09:46 Israra dadgehê û xemsariya girtîgehê Akbaba kuşt!
09:39 Li Antakyayê cenazeyê jinekê hat dîtin
09:31 Li Girtîgeha Gîresûnê koma 4'emîn grev dewir girt
09:10 Bavê girtiyê çalakger: Em bibin dengê berxwedêran
09:09 Li Îmraliyê keyfiyeta hikûqê: Ne 14'ê îlonê 19'ê Cotmehê
09:08 Parêzerê malbata Sakçi: Ji bo ser cînayet bigirin, biryara ‘nepenî' dan
09:07 Komira Walîtiya Edene belav kir welatiyan jahrînî dike
09:00 ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2018'AN
30/12/2018
21:30 Dozger parast ku Akbaba rojek piştî danişînê jiyana xwe ji dest daye
Belgeya mirina Akbaba jî serdozger derewand
21:10 Li 23 girtîgehan 91 girtiyên siyasî di greva bêdawî û bêdorveger de ne
17:16 Temellî: Divê me mil bidin vê berxwedanê
16:27 Karkerên Balafirgeha 3’yemîn tecrûbeyên têkoşîna xwe parve kirin
15:43 Li Dîlokê rageşiya Sûriyeyiyan: 3 kes hatin binçavkirin
15:38 Li Edenê kesên piştgirî dan Guven hatin binçavkirin
14:18 Li Wanê kedkarên tenduristiyê yên hat kuştin bi bîr anîn
13:51 Polîsan ji jina 70 salîre gotin: Agahî bide me, nexwe dê ji bo ne baş be
12:02 SES'ê xizmetkarê tenduristiyê Yural ê li Cizîrê hat kuştin, li ser gora wî bibîr anîn
11:28 Li Fîlîpînê lehî rabû: 36 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:03 HDP bi sindoqan namzetên xwe diyar dike
11:01 Reqayî ji bo Kobanê bûn mertal
10:27 Li gelek bajaran serdegirtinên malan: Pir kes hatin binçavkirin
10:17 Sala 2018'an bû sala wêrankirina xweza û ekolojiyê
10:00 Piştî mir dadgehê biryara berdana wî da
09:14 Wekî yên din kiryarên wî jî nehatin dîtin
09:13 Jina gef lê tê xwarin: Ma gere ez bimirim?
09:10 Di sala nû de kovareke nû: Komun
09:09 Ocalan: AYM'ê hiqûqa li Îmraliyê tê sepandin tescîl kir
09:07 Dayikên Aştiyê: Ji tecrîdê re 'êdî bes e'
09:06 Demîr: Divê Stenbolê bê xelaskirin û ji nû ve bê avakirin
09:04 Di salekê de 11 caran avêtin ser mala wî
09:01 Dest vala vedigerin malê
09:00 ROJEVA 30'YÊ KANÛNA 2018'AN
29/12/2018
18:17 Temîzyuzê HDP'î hat berdan
16:47 Jinên li Amedê Navenda Jinê ya Rosa vekir, çalakiya Leyla Guven slav kirin
16:31 Hevserokê Meclisa Zagonsaz a Dêrazorê di erîşê de jiyana xwe ji dest da
15:54 Di hefteya dawiya salê de bal kişandin ser girtiyên nexweş
14:54 Girtiya nexweş Başdaş: Ez ê li vir bimirim
14:35 'Qatil qet nehatin cezakirin'
14:05 Hevdîtina dawî ya 2018’an: Em hêvî dikin ku windahiyên xwe bibînin
14:03 Temellî: Ji bo aramiya Tirkiyeyê daxwaza Leyla Guven zelal e
13:54 Ji malbatek Sûriyeyî 4 zarok di xanî de şewitîn
12:47 Polîsan bi ser avahiya HDP’a Sûrê de girt
12:29 Girtîyekê li Manîsa dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir
12:08 Girtiyên nexweş di danişîna dozê de jiyana xwe ji dest da
11:50 MA li Minbicê ye: El Ekrad û rejîm bi hev re sînorên Minbicê diparêz e
11:19 Seroka Giştî ya ESP’ê Çîçek Otlu jî dest bi greva birçîbûnê kir
10:29 Sala 2019'an dê bibe sala jinan