STENBOL - Dayikên Şemiyê, di çalakiya xwe ya dawî ya sala 2018’an de hatin gelhev û ji bo sersala nû hêvî kirin ku windahiyên xwe bibin û Tirkiye bibe welatek demokratîk.
Dayikên Şemiyê ji bo ku winda bên ditin, kujer bên darizandin di hefteya 718’an de xwestin li Qada Galatasarayê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Lê polîsan dîsa dayik asteng kirin û destûr nedan ku dayik li Qada Galatasayê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Dayikên Şemiyê yên tîşortên wêneyên xizmên wan ên windakir li ser li xwe kirin û tevi hemû astengiyan jî li ber şaxa ÎHD'ê kom bûn. Parlementerên HDP’ê Huda Kaya, Oya Ersoy û parlementerê CHP’ê Sezgîn Tanrıkulu beşdarî çalakiyê bûn.
Dayikên Şemiyê, di çalakiya xwe ya dawî ya sala 2018’an kom bûn, ji bo sersala nû hêvî kirin ku windahiyên xwe bibin û Tirkiye bibe welatek demokratîk.
‘EM NIKARIN BIKEVIN QADA GALATASARAYÊ’
Endama Komîsyona Windayan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, daxuyanî da çepmeniyê. Arcan, diyar ku ku ewê du roj şûnde bikevin salek nû û wiha axivî: “Em hêvî dikin ku di sala nû de xeyalên hemû kesan pêk were. Di sala 2019’an de dê 23 salên me li Qada Galatasarayê temam bibin. Lê ji 25’ê Tebaxa 2018’an ve polîs destûrê nadin em bikevin qada Galatasarayê. Polîsan bi çekên giran û bariyeran derdora qadê girtine. Lê ligel vê yekê jî, ev 718 heftene em bi ısrar balê dikişînin ser heqîqet, edalet, demokrasî û azadiyê.”
‘ABLÛKEYÊ BI DAWÎ BIKIN’
Arcan, anî ziman ku ew di hevdîtina xwe ya dawî ya sala 2018’an de daxwazên xwe cardin dubare dikin û wiha got: “Em dixwazin pêkanînên li ser me bi dawî bibin. Ablûkeya polîsan a li Galatasarayê bi dawî bikin. Ji 27’ê Gulana 1995’an ve Galatasaray cihê hevdîtina me ye. Bila baş bê zanîn ku em ê tu carî dest ji xwedî derketina maf û azadiyên xwe bernedin. Dixwazin civakê ji mafan bêpar bihêlin, teslim bigirin û bêhêvî bikin. Bila bê zanîn ku heya em di mirovahiyê de ısrar bikin, dê tim hêvî hebin. Kesên heqîqetê înkar dikin û dixwazin mirovahiya me bênirx bikin, emê tim li dijî wan derkevin. Em bi tu awayî dest ji lêgerîna windahiyên xwe û nirxê jiyana mirovan bernedin. Emê di sala 2019’an de li dijî koletiya tirsê, hêza azadiyê hembêz bikin. Emê tu carî dest ji windahiyên xwe û Qada Galatasarayê bernedin.”
‘KESÊ MÎNA ME ÊŞ NE KIŞAND’
Dûre xwişka Nûçegihanê Ozgûr Gundemê Ferhat Tepe yê li navenda Bedlîsê di 28’ê Tîrmeha 1993’yan de hat binçavkirin û winda kirin Ayşe Tepe axivî û wiha got: “Ev 23 salin em Galatasarayê ne. Di hefteya 700’emîn em asteng kirin. Îro em dibînin ku ewlekarî hîn zêdetir hatiye girtin. Pêwîstî bi vê qet ne dihat kirin. Em mafê xwe yê qanûnî bi kar tînin. Em dikarin li Qada Galatasarayê, li ber ÎHD’ê û cihek din mafê xwe biparêzin. Ev mafê me yê qanûniye. 23 salin em êş dikişînin. Bi tu awayî me sersala nû bi keyfxweşî pîroz nekir. Kesê mîna me êş ne kişand. Em hevî dikin ku ev sala bibe sala aştî û azadiyê. Hêvîdarim windahiyên me bên dîtin. Em dixwazin hemû kes dengê daxwazên me yên mafdar bibîhisin.”
'BILA SALA 2019'AN BIBE SALA MIROVAHIYÊ'
Birayê Hasan Ocak ê di 21’ê Adara 1995’an de dibin çavan de hat windakirin û dûre cenazeyê wî hat dîtin Alî Ocak jî, bal kişand ser qedexeya li Galatasarayê û wiha bilêv kir: “Di sala 2018’an de me hêviya edaletê kiribû. Di sala 2017’an de jî, me li Qada Galatasariyê find pêxistibûn û daxwazên xwe anîbûn ziman. Lê Qada Galatasarayê li me qedexe kirin. Gelo çima destûrê nadin em li wê derê li mafê xwe bigerin û sedama vê çiye? Hîna jî bersiva vê nehatiye dayîn. Em di sala 2019’an de dixwazin weke mirov bijîn. Bila sala 2019'an bibe sala mirovahiyê.”
Piştî axaftinan çalakî bi dawî bû.