KONYA - Li navçeya Karatayê ya Konyayê li xaniyê ku malbata Sûriyeyî lê dijiyan agir bi xanî ket. Di şewata xanî de 4 xwişk û bira yên temenê wan di navbera 4 û 11 salî de jiyana xwe ji dest dan.
Li navçeya Karatay a Konyayê, di xaniyê ku malbatek Sûriyeyî lê diman, agir bi xanî ket. Xaniyê ku li qata 3'emîn bûn, saet di 07.30'an de agir bi xanî kat. Di şewata xanî de ji heman malbatê xwişk û birayên ku temenê wan di navbera 4 û 11 salî de bûn şewitîn û jiyana xwe ji dest dan. Dayika ku hewl da zarokên xwe xelas bike û ket bin bandora dûwanê, hat zanîn ku rewşa wê baş e. Hat diyar kirin ku şewat ji ber sobê bi xanî ketiye.