MANÎSA – Li Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê Şemsettîn Erdem ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir.
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest pê kir di roja 52’yemîn berdewam dike. Piştî Guven girtiyên PKK û PAJK'ê jî ji 27'ê Mijdarê ve li 117 girtîgehên Tirkiye û herêmê dest bi çalakiya 10 roj bêdem û dorveger kirine. 30 girtiyên siyasî jî di 16'ê Kanûnê de li Girtîgehên Gebze, Amed, Patnos, Kandira û Wanê dest bi grevên bêdem û bêdorveger kirin. 12 girtiyên siyasî yên jin jî li Xerpêtê 58 rojin bi heman armancê di çalakiya greva birçîbûnê de ne. Niha li gelek girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger berdewam dikin.
Li Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê jî Şemsettîn Erdem ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan duh dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Erdem bi rêya parêzerên xwe ragihand ku dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye û dê di demên pêş de hin girtiyên din jî beşdarî çalakiya grev birçîbûnê bibin.
Erdem, da zanîn ku heya daxwazên wan neyên qebûl kirin, dê bi biryardarî çalakiya xwe berdewam bikin.