ENQERE - Seroka Giştî ya ESP’ê Çîçek Otlu û Hevşaredara Erdîşê Dîba Keskîn ên li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Sîncanê bi armanca piştgirî dayîna çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven, ji bo 10 rojan dest bi greva birçîbûnê kirin.
Seroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Çîçek Otlu û Hevşaredara DBP’ê ya Erdîşa Wanê Dîba Keskîn ên li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Sîncanê dimînin, bi armaca piştgirî dayîna çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dabû dest pê kirin û di roja 52’yemîn berdewam dike, dest bi greva birçîbûnê ya 10 rojan kirin.
‘GUVEN NE BI TENÊ YE’
Otlu, duh bi rêya hevdîtina bi malbatê re ev agahî dan: “Min û Hevşaredara Erdîşê Dîba Keskin dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya 10 rojan kir. Guven mafdare û divê tecrîd bê şikandin. Em xwedî daxwazên Guven derdikevin. Ji bo ku em vê sekna birûmet bi hêztir bikin, me ji bo 10 rojan dest bi greva birçîbûnê kir. Ji bo azadî, wekhevî û yekîtiya gelan divê ev daxwaz bên qebûlkirin. Bila hemû kes zanibe Leyla Guven ne bi teneyê.”