STENBOL - Jinan li Tirkiye di sala 2018'an de li dijî zagon û polîtikayên li dijî mafê wan kolan vala nehiştin û têkoşîna xwe berdewam kirin. Nûnera KCDP'ê ya Stenbolê Fîdan Ataselîm, diyar kir ku sala 2018'an bû sala têkoşînê û sala 2019’an jî dê bibe sala jinên bi rêxistin.
Jinan di sala 2018'an de li dijî kuştin, binpêkirin û tundiya li dijî jinan têkoşîna xwe berdewam kir û kolan vala nehiştin. Jin bi biryarin ku di sala 2019'an de jî bêtir xwe bi rêxistin bikin û dakevin kolanan. Jin bibiryarin ku bi rêxistin û biryarek xurttir derbasî 2019'an bibin. Di sala 2018'an de tundiya li dijî jinê derket 2 qatan. Platforma Em Dê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) têkildarî cînayet û tundiya li dijî jinan rapor amade kir. Li gorî raporê di 11 mehên sala 2018’an de 394 jin hatin kuştin. Di sala 2017'an de 290 jin û 22 zarok hatin kuştin. Piraniya wan di serdema Rewşa Awarte (OHAL) de hatin kuştin. Tundî û îstîsmara li dijî jinan 2 qat zêde bû.
Li gorî daneyên bîanetê di 9 mehên ewil ên sala 2018'an de mêran herî kêm 183 jin kuştin. Li dijî 54 jinan êrîşa zayendî pêk anîn. Li dijî 162 jinan tacîza zayendî pêk anîn. 279 zarok istîsmar kirin. Li dijî 316 jinan tundî pêk anîn. Ev kuştin, tundî û îstîsmara li dijî jin û zarokan li gorî sala 2017'an duqat zêde bû.
BERTEKÊN HERÎ ZÊDE LI DIJÎ KOMÎSYONA BERDANÊ BÛ
Di sala 2018'an de qanûna herî zêde jin eleqeder kirin û jinan herî zêde bertek nîşan dan, "Komîsyona Lêkolînê ya Ji bo Diyarkirina Tedbîrên ku Saziya Malbatê Bêtir Xurt bikin û Bûyerên Berdanê yê Yekîtiya Malbatê Neyînî bi Bandor dike lêkolîn bike" bû. Tevî hemû bertekên jinan dîsa ev komîsyon hat avakirin. Bi vê komîsyonê rê li pêş zarok bi îstîsmarkarên xwe re bizewice vekir. Dîsa erk da ku muftî mahrê bibire. Komisyon dîsa bi armanca rê li pêş îstîsmarê bigire, “Xesandina Kîmyewî" û “Îdam” kirin mijara niqaşê. Dîsa gelek guhertinên li dijî mafê jinan ava kirin. Wezareta Dadê "Xesandina Kîmyewî" pêşkêşî meclîsê kir û xistin meriyetê. Li gorî vê pêşnûmayê sûcdarên êrîşkarên zayendî dê rastî cezayê 20- 40 salan bên. Ger ku li dijî zarokên kêmî 12 salî sûc bê kirin dê îstîsmarkar rastî 30 - 40 salan cezayê girtîgehê bê.
MAFÊ NEFEQEYÊ BÛ ROJAV
“Komîsyona Pêşîlêgirtina Hevberdanê" ya ku di sala 2016'an de hat avakirin û bi pêkanînên xistin meriyetê, bi israr li dijî rêxistinbûna jinan derket. Li dijî rêxistinbûna jinan biryara "Sererastkirina Nefeqeyê" xist meriyetê. Mafê nefeqeyê ji holê rakir. Wezîrê Dadê Abdulhamit Gul, di 21'ê Hezîranê de got “Ger ku jin piştî 2 salan bi hevre bizewicin û ji hev biqetin, divê heta mirinê bi awayekî hiqûqî bi hevve ne girêdayî bin." Serokê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan jî di çarçoveya plana 100 rojan de diyar kir ku ew dê pergala dayîna nefeqeyan bikin awayekî adîlane.
Piştre Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî bi israr meseleya Efûyê anî rojeva Meclîsê. Li gorî vê daxwazê dê 162 herar girtiyên edlî ji efûye sûdê bigirin. Bi vê yekê kesên sucdarên tacîz û tecawizê jî bê dê bên berdan. Rêxistinên Jinan bi israr li dijî vê daxwazê dengê xwe bilind kirin. Jinan diyar kirin ku bi vê efûyê dê sucdarên tacîz, tecawiz û qatilê jinan bê efûkirin. Hemû rêxistinên jinan yek fikirin ku dê sucdarê ku mafê jinê binpê kiriye serbest bên berdan.
AKP'Ê BERNAMEYA 'KAR Û DAYIK' XIST BERNAMEYA XWE
AKP'ê di plana kar a 100 rojan de Komîsyona Wekheviya Firsenda Mêr û Jinê (KEFEK) xist nava bernameya 100 rojan. Yek ji van raskirinan ku jinan eleqeder dike plansaziya "Dayik û Kar" xist bernameyê. Bi vê guhertinê mudaxaleyî jiyana kar a jinan jî kir. Dîsa malbatên ku hev berdane bi riya îcraya zarok deslîm bikin xist nava plana xwe. Li gorî Rapora Wekheviya Zayendiya Civakî di wekheviya jin û mêr de Tirkiye di nava 149 welatan de di rêza 130'emîn de cih digire. Di krîza aborî de tundi bi awayekî din derket pêşberî jinê. Di qada kar de ewil jin ji kar hat avêtin. Tundiya li dijî jinê zêde bû.
152 saziyên jinan diyar kirin ku mafê jinan bi peymanên neteweyî û navneteweyî hatiye mîsogerkirin, di tebaxê de banga "Em ji maf û têkoşîna xwe paşve gavan navêjin" kirin. Jinan diyar kirin ku bi sedan salan e jin ji bo mafê xwe yê wekhevî, azadî, rûmeta mirovahniyê û şertên jiyanê têdikoşin û wiha ji bo destkeftiyên xwe biparêzin dê li dijî hemû cureyên êrîşan têkoşîna xwe bêtir xurt bikin. Jinan li Stenbolê û gelek bajarên din civîn lidar xistin. Jin dê di sala 2019'an de ji bo Tirkiyeya mezin û serdema nû dîsa kom bibin û biryarên nû yên der barê rêxistinbûna jinan de bigirin.
JI JINÊN CÎHANÊ KAMPANYA ‘MEE TOO’
Jinan bi armanca li dijî êrîşên tacîz û tecawizê dengê xwe bilind bikin li DYA kampanya ‘Me Too’ (Ez jî) dan destpêkirin. Ji her derê cîhanê jin tev li vê kampanyayê bûn. Jinan diyar kirin ku li dijî van kirinan ji bo dengê xwe derxin divê bi hevre xwe bi rêxistin bikin û bi hevre têbikoşin. Gelek rêxistinên jinan piştgirî dan vê kampanyayê. Li Tirkiye jî jinên di sektorên cuda de dixebitin tundî û êrîşa li dijî xwe teşîr kirin. Gelek çalakî pêk anîn.
JIN DI 25'Ê MIJDARÊ DE RASTÎ TUNDIYA POLÎSAN HATIN
Bi hezaran jin ji armanca balê bikişînin ser tundiya li dijî jinan di 25'ê mijdarê de xwestin ji Taksîmê heta tunelê bimeşin. Lê polîsan li îstîklalê pêşiya jinan kir û êrîşî jinan kir. Destûr nedan jin bimeşin. Lê tevî hemû êrîş û astengiyên polîsan jin dîsa li dora pankarta “Bahaneyên ji bo tundiya Mêr zêne, tu nêta me ya em dest ji yanê berdin û bêdeng bimînin tune ye" kom bûn û meşiyan. Daxuyanî dan û Kolanên Îstîklalê bi rengê mor û pankartên ku daxwazên wan tîne ziman xemilandin. Di vê astengiyê de tundiya mêr û dewletê carek din derket holê. Lê jinan dîsa kolan terk nekirin.
ÇALAKIYA LEYLA GUVEN
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku tevî hat hilbijartin û bû wekîl jî nehat berdan, li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bê dorveger kir. Guven 52 rojin li dijî tecrîdê di çalakiya greva birçîbûnê de ye û li ber xwe dide. Pêla berxwedanê li hemû girtîgehan belav bû û berdewam dike.
NADÎA MURAD XELATA NOBELÊ GIRT
Jina êzîdî Nadia Murad ku wekî dîl ket destê DAIŞ'ê xelata Nobelê stend. Murad, diyar kir ku vê xelatê bi jinên êzîdî, kurd û Iraqê yên kêmar re parve dike. Dîsa bi jinên cîhanê yên rastî tundiya zayendi hatine re parve dike.
Nûnera Platforma Em dê Cînayetên Jinan Rawestînin, (KCDP) ya Stenbolê Fidan Ataselim, sala 2018'an nirxand û planen xwe yên 2019'an anî ziman.
‘SALA 2018'AN BÛ SALA JINAN'
Ataselîm, diyar kir ku sala 2018'an bû sala berxwedana jinan û wiha got: "Li hemû cîhanê jin bi navê #Metoo serî hildan. Jinan bi têkoşîna xwe zagonen li dijî mafê xwe asteng kirin û guhertin. Jinan li hemû cîhanê dengê xwe bilind kirin. Jinên ku êdî bêdeng namînin her ku diçe zêde dibe. Li Tirkiye mixabin li gel vê yekê ji her sal bêtir cînayeta jinan zêde bû. Tundî, tacîz û binpêkirina mafê jinê duqat zêde bû. Jinên xwendekarên zanînghê li dora femînîzmê xwe bi rêxistin kirin. Jinan qad terk nekirin. Tevî hemû êrîşan jinan qad vala nehiştin. Di 25'ê mijdarê de li gel hemû astengiyê jin meşiyan û daxwazên xwe anîn ziman. Niha em dê hêza 11 milyon hêza kar a jinên malê ku ji kar nayê hesab derxin holê. Em dê sala 2019'an bikin sala berxwedan û rêxistina jinan. Em dê rê li pêş cînayetê jinan bigirin."
MA / Necla Demir