Şovalyeyên keda 2018’an berxwedana xwe dê di sala nû de jî bidomînin

img

ENQERE – Karker di sala 2018’an de jî li qadan bûn. Bi kûrbûna krîza aborî re karker jî ji karên xwe hatin derxistin. Karkeran mehkûmî xebatek bêewle dikin. Hêza kirînî daketiye nîvî. Karkerên li dijî kedxwariyê di sala 2018’an de li ber xwe dan. Karker diyar dikin ku dê di 2019’an de jî li ber xwe bidin. 

 
Hikumeta heyî ji roja bû desthilatdar û heta niha di qada jîngeha kedê de ewilî ewlehiya sermeydar digire. Karkeran li hember sermeyaderan bêhêz dike û mehkûmî însafa patronan dike. Di salên dawî de krîza aborî jî rewşa welêt ber bi xizaniyek mezin ve bir. Her ku diçe krîza aborî kûr dibe û karker û kedkar dibin hedefa vê yekê. 
 
Bi kûrbûna krîzê re karker nikarin meaşên xwe jî bistînin. Rêjeya enflasyonê ji sedî 25’an derbas dike. Hêza kirînê ya karkeran daket nîvî. Çîna karkeran jî li dijî hemû êrîşan di serî de grev gelek rêyên çalakiyan bijartin. Di sala 2018’an de bi hezaran karker li dijî spartinê daketin qadan. Di serî de çalakiya karkerên Flomar, Tariş, Çargill, Îzban, TOKÎ û li gelek kargehan çalakiyên karkeran didomin. 
 
Tevî hemû zext, binçavkirin û girtinan jî di 2018’an de karkerên keda şövalyeye dan ser milê xwe û diyar dikin ku ew ê bi awayek xurttir berxwedana xwe di sala 2019’an de dewam bikin. 
 
‘EM Ê BERXWEDANA XWE DI SALA NÛ DE JÎ BIDOMÎNIN’ 
 
Li fîrmaya kozmetîkê ya Flormarê ya li Gebzeyê bi boneya 120 karker bûn sendîkayî ji kar hatin derxistin. Çalakiya karkerên Flormarê di roja 218’emîn de didome. Yek ji van karkerên ji kar hat derxistin jî Baha Keleş e. Keleş diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe bi serkeftinê tacîdar bikin û got: “Havîn û zivistana têkoşîna me bi zordariyên cuda derbas dibe. Lê tevî pêvajoyek zor jî em ê bi ser bikevin. Çimkî em tiştekî şaş nakin. Bi berxwedanê re em fêrî gelek tiştan bûn. Me dît ku em ê bi berxwedanê bibin xwedî gelek mafan. Ji ber vê yekê em ê berxwedana di 2019’an de jî dewam bikin. Heta em mafê xwe bi dest bixin dê dewam bike.” 
 
‘HELWESTA LI HEMBER KARKERAN NE BAŞ E’ 
 
Yek ji karkerên TARÎŞ’ê Mahmut Mora yê 5 sal û nîv e dixebite têkildarî çalakiya karkerên TARÎŞ’ê ya 52 roj e didome wiha got: “Nêzîkatiya hikumetê li hember karkeran ne baş e. Mafê karkeran a di makeqanûnê de nayê parastin. Divê karker li dijî êrîşên li ser xwe di nava yekgirtinê de têbikoşin. Dîrokê nîşanî me da ku tu karker bi tena serê xwe mafê xwe bi dest naxe. Ji bo vê yekê em dikarin bi têkoşînek rêxistinkirî encamê bi dest bixin. Me dil daye vê têkoşînê û heta dawî jî em ê bidomînin.” 
 
‘JI BO WELATEK XWEŞIK’ 
 
Yek ji çalakiya mora xwe li çalakiyên 2018’an a karkeran da berxwedana 14 karkerên Cargîll ên endamên Sendîkaya Tekgida-Îşê ye. Karker 255 roj e li ber fabrikaya li ser rêya Gemlik-Îznîkê berxwedana xwe didomînin. Karker dibêjin “Dê têkoşîna me bidome.” Berpirsê Rêxistinbûyîna Sendîkaya Tekgida-Îşê Suat Karlikaya têkildarî çalakiya karkeran wiha got: “Sala 2019’an ji bo karker û kedkaran dê bibe salek zor. Em neçarin heta dawiyê têkoşîna xwe dewam bikin. Ev ne têkoşîna çend mirovan e. Têkoşînek ber bi rêya çîna karkeran ve diçe ye. Li dijî vê krîza dixwazin fatûreya wê ji karkeran re bibirin, dê karker di 2019’an de de bi têkoşînek piştevanî têkoşîna xwe dewam bikin. Em neçarin bidomînin. Ji bo em welatek xweşik ji zarokên xwe re bihêlin, bedela wê çi dibe bila bibe ji bo dayînê em amade ne.” 
 
‘EM SED CARÎ JÎ BÊN BINÇAVKIRIN DÊ TÊKOŞÎN DEWAM BIKE’ 
 
Karkerên Etapa duyemîn a TOKÎ ya li navçeya Mamaka Enqereyê ev du sal e nikrin meaşên xwe bigirin. Ji ber vê yekê jî karker çalakiyê li dar dixin. Polîsan bi ser konê çalakiya wan ve girt û wan binçav kir. Hatin berdan dîsa çalakiya xwe didomînin. Çalakiya karkerên TOKÎ ji 22’ê Mijdarê ve dewam dike. Ji çalakgeran Dogukan Ozkaya wiha got: “Cihê me ked dayê niha li me hatiye qedexekirin. Ji bo pereyên me nedan me me dest bi berxwedanê kir. Polîsan konên me şewitand. Ji bo em çalakiyê li dar dixin bi hêceta em ‘Li dijî Qanûna Qebahetan muxalefet dikin’ cezayê pereyan li me dibirin. Her cara em çalakiyê dikin me binçav dikin. Ne deh car me sed carî jî binçav bikin wê têkoşîna me dewam bike.” 
 
‘ESASÎ TÊKOŞÎN E’ 
 
Li Îzmîrê jî karker di çalakiyê de ne. Karkerên ÎZBAN’ê ya bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê û Rêyên Hesinî ya Dewleta Komara Tirkiyeyê (TCDD) tê şixûlandin bi boneya daxwaza wan zemê nehat qebûlkirin 20 roj in di çalakiya grevê de ne. Endamê Desteya Rêveberiya Sendîkayê Celal Dagaşan jî wiha got: “Bi giştî niha dê li Îzmîrê 26 hezar karkerên şaredariyê bi dorê peymanê îmze bikin. Lê niha tu kes nikare dengê xwe derxe. Niha tenê 343 karkerên Îzbanê dengê xwe derdixin û hemû bar li ser pişta wan e. Divê hemû karker pişta hev bigirin. Bêyî ku dora karkerên din jî were divê di nava yekîtî û bihevrebûnê de tevger bikin. Divê ev hişmendî li Tirkiyeyê li pêş bikeve. Em ê çalakiyên xwe bidomînin. Bêyî em siyasetê li nava çalakiya xwe bixin, em ê bidomînin. Niha ji sedî 50’î karkerên Îzbanê di Rêyên Hesin ên Dewletê de û ji sedî 50’î karkerên din jî di şaredariyê de dixebitin. Şaredarî aliyê CHP’ê ye û Rêyên Hesin ên Dewletê jî aliyê AKP’ê ye. Her du jî ji bo me eynî ne. Ya ji bo me esas têkoşîn e.” 

Sernavên din

29/12/2018
10:09 Şovalyeyên keda 2018’an berxwedana xwe dê di sala nû de jî bidomînin
09:58 Di 7 salên bêedalet derbas bûn de, êşên xwe bi kevirê goran derbas kirin
09:25 Qeyûm 14 erseyên şaredariyê difiroşe
09:24 Pêşnûmaya zimanê zikmakî ya HDP'ê: Li gorî serdam 26'an guncav bû, lê li gorî ya 27'an ne guncav e
09:23 Rojê tenê tasek ava bi şekir û lîmonê didin girtiyê di hucreyê de
09:23 Ozsoy: Eger Tirkiye êrîş bike wê têkeve nav çiravê
09:22 'Gel dê panzêrên li ber şaredariyê rake'
09:21 Topûz: Çapemenî veguheriye amûra propagandaya îktîdarê
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2018'AN
28/12/2018
21:02 Dayika Aştiyê Meryem Ozcan jiyana xwe ji dest da
20:10 Fîgen Yuksekdag dest bi greva birçîbûnê kir
16:41 Dayikên Aştiyê: Tecrîdê rakin bila şer bi dawî bibe
16:31 Serlêdana malbatan a ji bo Îmraliyê hat redkirin
16:08 Bîranîna Tahîr Elçî birin Roboskî: Heta kujer bên darizandin em ê têbikoşin
15:53 DTO ji bo girtiyên di grevê de muayene bikin bi dozger re hevdîtin kirin
15:51 Girtiyê li Panosê: Her şev bi ser qawîşên me de digirin
15:15 Rêyên 292 gund û gomên Colemêrgê ji ber berfa zêde hatin girtin
15:14 Li Edenê ji jinên girtî re kartên sersalê şandin
15:07 ‘Em ê pêşiya Komkujiya Roboskî bernedin’
14:34 Buldan: Qatil diyar in
14:21 Kordînasyona piştevaniya grevên birçîbûnê hat avakirin
Turkdogan: Divê bêhiqûqiya li Îmraliyê bê rakirin
13:49 Namzetê HDP'ê Bîlgen: Em ê li Qersê rêça şêwrê bidomînin
13:48 Malbatên Roboskî: Ji bo edaletê em ji nû ve dest bi her tiştî bikin
12:50 YPG’ê banga Minbicê li hikumeta Sûriyeyê kir
12:12 Dozger xwest Parlamenter Aydenîz bê girtin
11:55 Di salvegera 7'emîn de li Roboskiyê êş û hêrs serdest e
11:30 Di salvgera komkujiyê de der barê Encu de doz hat vekirin
10:45 'Serlêdana jinan veguherî çalakiyek rengîn’
10:13 KCD: Li xwe mikur hatin jî lê kes nehatiye darizandin
09:44 Unsal: Sedsal nikare kurdan tune bihesibîne û kurd jî vê qebûl nakin
09:26 Bi hinceta wê di rojnameya hatiye girtin nivîskariyê bike hat girtin
09:24 Li Sûrê stûnên dîrokî di çêkirina avahiyên nû de tên bikaranîn
09:24 Aborîzan Tanyilmaz: Wê şer krîza aborî kûrtir bike
09:22 Projeya bi milyonan hat çêkirin berba bû!
09:21 Nêçîrvan ew birîndar kir, ew jî wê derman dikin
09:20 'Roj heye tenê heqê nan bi dest min dikeve'
09:20 Li hemamê ji ber bi kurdî axivî telak bi lûfkirinê ew derb kir
09:09 Rektorê El-Kamil fi’t-Tarihê tehrîf kir hîn jî bêdeng e
Farqînî: Bi vê dixwazin di dîrokê de ji kurdan tu şop nemîne
09:08 Ji kundiran hunera awarte
09:07 Heskîf reng û ruyê xwe yê dîrokî winda kir
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2018'AN
27/12/2018
17:33 Temellî: Bêyî derengbûnê em deng bidin dengê Leyla Guve
16:17 Di konferansa Jinan a Minbîcê de berxwedana jinan hat nirxandin
16:07 Li Dersimê rêya 222 gundan hat girtin
16:03 Rêxistinên Civakî yên Wanê: Beriya dereng bimîne gavan bavêjin
15:25 DEDEF: Bila Serokê me yê Giştî Alî Haydar Ben bê berdan
15:13 ÎHD: Ya ku li Sakaryayê hate kirin êrîşek nîjadperestî ye
15:05 Parêzeran dawî li Nobeta Edaletê anî
15:02 Hekîm parastinê dikin: Em dê parastina aştiyê bidomînin
14:57 'Faîlên Roboskî derbixin holê'
14:13 Di lêpirsîna li dijî 170 navan de geşedanek suprîz
14:08 Zilamê ku hevjîna xwe kuşt parastina tê zanîn kir
13:36 1'emin Konferansa Jinan a Minbicê dest pê kir
13:18 Çalakiya Leyla Guven di roja 50’emîn de berdewam dike
13:17 Li Îzmîrê 7 kes hatin binçavkirin
13:13 Bijîşkên tên darizandin: Me rêgezên gerdûnî parast
12:58 Li Girtîgeha Antalya îdîaya şewbê
11:18 Turkdogan: Dozger xwe tekzip kir
10:46 Encu ji bo Roboskî bang piştevaniyê kir
10:26 Girtiyên li Kirikkale greva xwe vediguherînin bêdawî û bêdorveger
10:09 Li Amedê di sektora înşeatê de ji sedî 53 kêmbûn çêbû
09:30 'Tirkiye pişta xwe dide eşîrên herêmê'
09:21 ‘Ger daxwaza me neyê qebûlkirin em ê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem bikin'
09:20 Tevî heywanên xwe di axure de dijî
09:19 Arslan: Qeyûm deynan taloqî piştî 2019'an dikin
09:18 Ji ber baranê nikarin garis û pemboyê xwe biçinin
09:18 Girtîgehê ji bo pêdiviyên girtiyan 'kota' diyar kir
09:17 AYM'ê bêyî hinceta serlêdana li Îmraliyê red kir
09:16 'Em ê di 31'ê Adarê de nîşan bidin ka îrade çî ye'
09:00 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2018'AN
08:37 Qedexeya li 7 gundên Licê rabûn
08:20 Li 14 bajaran ji ber barîna berfê dibistan ketin betlanê
26/12/2018
18:11 14 xizmetkarên tenduristiyê ji 'Doza Ambulansê ya Cizîrê' beraet kirin
17:18 5 girtiyên din dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin
16:35 Destûr nedan daxuyaniya endamên PSAKD’ê
16:28 Jinan karkerên Flormarê ziyaret kirin
16:01 Bav û kurek li Sîlopî hatin girtin
15:51 Rêveberiya Sivîl a Tebqa: Piştî biryara Trump çalakiyên DAIŞ`ê zêde bûn
15:45 Bûldan: Daxwaza Guven daxwazên Kurdane
15:33 Li 4 girtîgehan 13 girtiyan dest bi greva birçîbûnê kir
15:31 Beriya 'Doza Ambulansê ya Cizîrê' bang kirin: Ev doz bê hukum e
15:04 Li Wêranşarê jinek hat kuştin
13:50 Meclîsa Bakurê Sûriye: Heke Tirkiye êrîş bike dê DAIŞ dîsa xurt bibe
13:39 Li Edeneyê jinek bi îşkenceyê hat kuştin
13:21 Qedexeya herî dirêj a cîhanê bir Meclîsê
13:18 Ebû El-Erac: Gelê Minbiçê dest ji axa xwe berneda û bernade
12:49 ‘Zarokên li Girtîgeha Sincanê berî bûyerê rastî ledana gardiyanan hatibûn'
12:41 Leyla Guven nehat berdan
12:41 Dozger ji rojnameger Kobulan re ceza xwest
12:13 Çalakgerên greva birçîbûnê hatin derpkirin: Dengê me bibihîsin
11:54 4 girtiyên jin li Burhaniyeyê dest bi greva birçîbûnê kirin
11:53 Danişîna Leyla Guven dest pê kir
11:52 Parazvana aştiyê ya berxwedêr: Hedlê Ogur
11:46 Li Sîncanê 3 jinan dest bi çalakiya greva bêdawî kir
11:42 Li Minbicê asayîş berkemal e!
10:58 Daxwaza hevdîtina 775’emîn jî hat redkirin
10:51 Kanar ê ji sedî 92 astengdar e û di 'Hepsa malê' de ye 21 meh in nayê dermankirin
10:47 HDP’ê banga qeydê li hilbijêran kir: Dengek dikare encamê biguherîne
10:23 Li Licê piştî rojekê dîsa derketina derve hatin qedexekirin
10:18 Taşdemîr: Em ê feraseta şaredarîtiya jinê veguhezînin eniya Tirkiyeyê jî