AMED - Qeyûm Abdullah Çîftçî yê tayînî Şaredariya Sûrê hat kirin, 14 erseyên li Zanîngeha Dîcleyê lê belê mulkiyeta wan aîdî şaredariyê ne bi bedêla 44 milyon û 123 hezar lîreyî berpêşî îhaleyê kir. Hat derpêşkirin ku ji ber deynan şaredarî nikare pereyê fîrmaya sotmeniyê bide û ji ber nebûna sotemeniyê nikare hin amûrên xizmetê bide xebitandin.
Qeyûm Abdullah Çîftçî yê tayînî Şaredariya Sûrê ya Amedê hat kirin, 14 erseyên li Zanîngeha Dîcleyê lê belê mulkiyeta wan aîdî şaredariyê ne berpêşî îhaleyê kir. Qeyûm ku beriya hilbijartina herêmî neguhêzbarên şaredariyê difiroşe, 14 erseyên navborî jî bedêla 44 milyon û 123 hezar lîreyî berpêşî îhaleyê kir.
Hat diyarkirin ku Şaredariya Sûrê nikare deynên kiriye bide. Hat hînbûn ku heta niha tenê ji sedî 10 heqê fîrmayên ku peyarê û ronahiyên bajêr makyaj kirine dane û yê mayî jî taloqî piştî hilbijartinê hatiye kirin. Her wiha hat derpêşkirin ku ji ber deynan şaredarî nikare pereyê fîrmaya sotmeniyê bide û ji ber nebûna sotemeniyê nikare hin amûrên xizmetê bide xebitandin.
MA / Lezgin Akdeniz