AMED – Cengaver Aykûl ku ji ber ket greva birçîbûnê ji Girtîgeha Tîpa L a Panosê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Jimare 2'yan a Xarpêtê hat kirin ew xistin hucreya yekkesî. Hat diyarkirin ku rojê tenê tasek ava bişekir didin Aykûl.
Li girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku ji dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê hat destpêkirin di roja 14'an de ye. Ji çalakgeran Cengaver Aykûl 5 roj berê ji Girtîgeha Tîpa L a Panosê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Jimare 2'yan a Xarpêtê hatkirin û ew xistin hucreya yekkesî.
Bav Abdullaatîf Aykûl ku du roj berê hevdîtin bi kurê xwe re çêkir, ragihand ku îdareya girtîgehê şîr, ava fêkiyan û dewê ku divê bide kesên di greva birçîbûnê de nade. Bav Aykûl, diyar kir ku malzemeyên paqijiyê jî yên ji kantînê tên kirîn jî nadin kurê wî.
Bav Aykûl, bilêv kir ku 14 roj in kurê wî di greva birçîbûnê de ye, lê belê tenê rojê tasek ava bişekir û lîmên didinê. Her wiha Aykûl got gardiyan kurê wî derb kirine û heqaret lê kirine.
Bav Aykûl, diyar kir ku hevdîtin avekirî bû lê belê wî li kabîna parêzeran hevdîtin bi kurê xwe re çêkiriye û wexta wan ev yek pirsiye rayedaran bersiv nedaye wan.
Her wiha bav Aykûl helwesta raya giştî ya ji bo çalakiya greva birçîbûnê jî rexne kir û ji bo rewşa kurê xwe serî li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê da.