COLEMÊRG – Endamên meclîsa Şaredariya Colemêrgê ya qeyûm tayînî wê hat kirin, anîn ziman ku piştî qeyûm hatiye tayînkirin meclîsa şaredariyê bê erk hatiye hiştin, lê belê wê gel careke din şaredariyê bi dest bixe û panzêrên li ber şaredariyê rabike.
DBP'ê di hilbijartina herêmî ya 2014'an de li Colemêrgê ji sedî 73'yên dengan girtibû. Lê belê piştî 11'ê Îlona 2016'an wekî gelek şaredariyan qeyûm atyînî Şaredariya Colemêrgê jî hat kirin. Piştî vê endamên meclîsa şaredariyê jî ji peywirê hatin girtin.
Endamê meclîsa şaredariyê Selîm Gulerê ji peywirê hat girtin, anî ziman ku AKP'ê di hilbijartinê de şaredarî bi dest nexistiye, lê belê bi tayînkirina qeyûman şaredarî girtiye û ev yek bi tu awayî nayê qebûlkirin. Guler, bilêv kir ku wê di hilbijartina herêmî ya 2019'an de careke din derkeve holê ku gel vê yekê qebûl nake û wê bersivê bide.
Endama meclîsa şaredariyê Zeynep Kaya ku niha Hevseroka HDP'a Bajêr e anî ziman ku ew ê wek partî di 31'ê Adarê de hêza jinan nîşan bidin û ji berê bêtir şaredariyan bi dest bixin. Kaya got: "Em ê wekî HDP careke din bi destekftiyên jinan û pergala hevserokatiyê şaredariyan bi dest bixin û hejmara wan zêdetir bikin. Di sala 2014'an de em du salan di meclîsa şaredariyê de xebitîn. Di nav wan du salan de me gelek tişt kirin. Mixabin piştî vê qeyûm hat tayînkirin û meclîsa şaredariyê bê erk hat hiştin. Wexta em li ser kar bûn sê projeyên me yên mezin hebûn. Hema bêje ew proje li ber qedandinê bûn. Lê belê niha ev proje wekî yên qeyûm bin tên nîşandan."
‘WÊ ŞAREDARÎ DÎSA BIBE YA GEL' ‘
Kaya, bilêv kir ku wê gel careke din vîna xwe nîşan bide û got: "Ji bo careke din şaredarî bibe ya gel û ji bo vîna gel li wir be çi ji destê me bê em ê bikin."
Suleyman Kanat jî, anî ziman ku proje û xizmetên ku berê hatine kirin ji aliyê qeyûm ve wekî yên wan bin hatine nîşandan û got: "Projeyên qeyûm wekî yên xwe nîşan dide projeyên Fadil Bedirhanogûllari ne. Lê mixabin qeyûm wekî yên wî bin dide nîaşndan. Niha tu erka meclîsa şaredariyê tune ye. Jixwe du mehan carekê nivîsekê dişînin ku endamên meclîsê ji peuwirê hatine dûrxistin. Her tişt di nav lêvên qeyûm de ye. Niha hilbijartina herêmî nêzîk dibe û gelê me hay ji her tiştî heye. Em ê şaredariya xwe bi ferqeke cuda dîsa bi dest bixin."
‘EM Ê PANZÊRAN JI WIR RAKIN'
Alîgirê hevşaredar Mîkaîl Erdal ku qeyûm tayînî şûna wî hat kirin jî anî ziman ku ji ber wan îtiraz kiriye wê çaxê hatine binçavkirin û paşê hatine girtin. Erdal diyar kir ku lê belê dîsa jî wan dev ji têkoşînê bernedaye û got: "Bila tu kez xizmetên hatine kirin wekî yên qeyûm nede nîşandan. Li vir bi desteka şaredariyên Enqere, Stenbol, Konya û Dîlokê her tişt tê kirin. Qeyûm şaneşînên gelê Colemêrgê bi zêr jî bixemilîne wê ev gel di 31'ê Adarê de bersiveke baş bide AKP'ê û wê panzêrên li ber şaredariyê rabike û xwedî li şaredariya xwe derkeve."
Şaban Alkan ê ku wexta wekîlê hevşaredar bû û qeyûm tayînî şûna wî hat kirin jî da zanîn ku di sala 2014'an de wan wekî aşredarî projeyên ji bo ava vexwarinê û şebekeya avê temam kiribû. Alkan got: "Me ji bo nifûsekî 150 hezarî projeyên ava vexwarinê û kanalîzasyonan çêkir. Di sala 2014'an de du projeyên me û krediyên me amade bûn. Piştî hevşaredarên me hatin girtin jî xebatên me dewam kirin. Beriya qeyûm bê tayînkirin me plenteya ji bo asfaltê amade kiribû. Di 11'ê Îlona 2016'an de qeyûm tayînî şaredariya me hat kirin. Wexta qeyûm hat tayînkirin meclîsa şaredariyê hat pasîfîzekirin. Qeyûmê şaredariyê nehişt em tiştekî jî bikin. Meclîsê bi sê karmendan bi rê ve bir."
Alkan, anî ziman ku ew ji bo hilbijartina bê bêtir amadekariyan dikin û got: "Em ê qereqola navendî ya li Colemêrgê rabikin."