STENBOL - Rojnamevan Alî Dûran Topûz, diyar kir ku di pirsgirêka kurd û meseleyên girêdayî wê de wexta îktîdar mudaxil nebejî ji demarên sereke yên çapemeniyê xwîna "xurto tu xurtiya xwe dikî qelso tu daweya çi dikî" diherike. Topûz, got çapemenî veguheriye amûra propagandayê ya îktîdarê.
Li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guvenê ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê da destpêkirin di roja 52'yan de didome. Derhênerê Weşana Giştî yê Gazete Duvarê Alî Dûran Topûz, çalakiya Leyla Guvenê û helwesta çapemeniyê ya der barê vê yekê de nirxand.
‘DIVÊ ROJNMAVEN NE LI MEQAMA BIRYARDAYÎNÊ BIBE'
Topûz, anî ziman ku bi her awayî ragihandina bûyerekê peywira sereke ya rojnamevan e, lê belê helwesta rojanmevan a li hemberî çalakiyê an jî ji bo çalakiyê sînorên rojnamevaniyê ditengijîne. Topûz, bilêv kir ku wexta rojnamevan çalakiyekê radigihîne nikare der barê mafdarî û nemafdariya çalakiyê de biryarekê bide û got: "Lewra wekî meqamê biryardayînê çûyîne ber bi maf çî ye nemafdarî çî ye, wesfên pîşeyê dimehîne. Ji bilî ragihandina daxwazên çalakger, rewşa wê/î ya tenduristiyê û li hemberî vê şopandin û ragihandina çibûna helwesta raya giştî û rayedaran wekî din tiştekî ku rojnamevan bike tune ye. Peywira rojnamevan ne ew e ku destekê bide çalakiyên greva birçîbûnê an jî daxwazên çalakiya greva birçîbûnê biparêze yan jî li dijî wê derkeve. Divê rojnamevan tu carî li meqama biryardayînê rûnenê. Ger tev li wan daxwazn bibe jî peywira wî/ê ya sereke ew e ku daxwaza kesên wê çalakiyê dikin çî ye û van daxwazan ragihîne raya giştî û ligel vê helwest û daxuyaniyên rayedaran bişopîne û nêzîkatiya raya giştî bike nûçe."
Topûz, bilêv kir ku piraniya çapemeniyê hem bi helwesta xwe ya ji bo Leyla Guvenê hem jî bi hekwesta xwe ya ligel îktîdarê rêgezên pîşeyî esas nagire. Topûz, anî ziman ku îktîdar tenê tiştên li gor wê rast in parve dike û li hemberî yên li gor wê çewt jî bi milîtanî disekine û dîzayn dike. Topûz got: "Loma jî êdî mirov nikare ji vê re bêje rojnamevaniyeke 'alîgir' jî. Mirov rasterast bêje amûra propagandayê ya îktîdarê wê çêtir be."
‘XURTO TU XURTIYA XWE DIKÎ QELSO TU DAWEYA ÇI DIKÎ'
Topûz, destnîşan kir ku di pirsgirêka kurd û meseleyên girêdayî wê de wexta îktîdar mudaxil nebejî ji demarên sereke yên çapemeniyê xwîna "xurto tu xurtiya xwe dikî qelso tu daweya çi dikî" diherike. Topûz got: "Hikûmet di şexsê Leyla Guvenê de daxilî tiştekî nebe jî, lê belê li Tirkiyeyê di medyayê de ragihandina daxwazeke der barê Ocalan de û bi awayekî bêalî û objektîf çêkirina nûçeya vê yekê hema bêje ne mimkun e." Topûz, anî ziman ku divê rojnamevan bi hesas nêzî pirsgirêkên der barê mafên mirovan, komên dezavantaj û binpêkirinên hiqûqî bibin.
Topûz, serlêdaneke parêzerên Ocalan a di 2014'an ku ji aliyê DMME'yê ve biryar hatibû dayîn bi bîr xist û got: "Diyar kiribû ku bêyî îhtimala berdana bi şertî birîna cezayekî heta hetayê tê wateya binpêkirina mafan. Lê mixabin ne biryarên vê dadgehê ne jî divêtiyên hiqûqî yên din li Tirkiyeyê pêk tên. Daxwaza Leyla Guvenê û hevalên wê jî ew e ku dawî li vê yekê bê. Berê jî j bo heman tiştî û bi heman sedemî kampanyaya çalakiya greva birçîbûnê dest pê kiribû û wekî herkes dizane ev yek bi 'pêvajoya çareseriyê' bi encam bibû. Wisa difikirim niha jî bi çalakiyên greva birçîbûnê dixwazin di warê siyaset û hiqûqê de rêyek bê vekirin. Yanî dixwazin wê xitimandina qesdî ya di hiqûq û siyasetê de ji holê bê rakirin."
Topûz got: "Li Tirkiyeyê hem di warê siyasetê hem jî di warê hiqûqê de piraniya pratîkên ku îktîdar serî lê didin li gorî hebûna Ocalan şikil digirin. Mesela, di modela înfazê ya muebeta giran de bêhiqûqîtiyên rû didin. Her wiha gelek kiryarên bêhiqûq ên niha di dewrê de ne û wan wekî antîhiqûq bi nav dikim gelek jê ji ber vê yekê ne."
MA / Melike Ceyhan