* Rojnamevan Alî Dûran Topûz, diyar kir ku di pirsgirêka kurd û meseleyên girêdayî wê de wexta îktîdar mudaxil nebejî ji demarên sereke yên çapemeniyê xwîna "xurto tu xurtiya xwe dikî qelso tu daweya çi dikî" diherike. Topûz, got çapemenî veguheriye amûra propagandayê ya îktîdarê.
* Endamên meclîsa Şaredariya Colemêrgê ya qeyûm tayînî wê hat kirin, anîn ziman ku piştî qeyûm hatiye tayînkirin meclîsa şaredariyê bê erk hatiye hiştin, lê belê wê gel careke din şaredariyê bi dest bixe û panzêrên li ber şaredariyê rabike.
* Berpirsiyarê Têkiliyê Derve û Alîgirê Hevserokatiya HDP'ê Hişyar Ozsoy anî ziman ku Sûriye naşibe tu welatekî Rojhilata Navîn û ger Tirkiye êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike wê têkeve nav "çiravê" û got: "Wê fatûreya van polîtîkayên dijî kurdan ên Tirkiyeyê giran be."
* Cengaver Aykûl ku ji ber ket greva birçîbûnê ji Girtîgeha Tîpa L a Panosê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Jimare 2'yan a Xarpêtê hat kirin ew xistin hucreya yekkesî. Hat diyarkirin ku rojê tenê tasek ava bişekir didin Aykûl.
* HDP'ê ji bo xizmeta cemaweriyê bi zimanê zikmakî bê dayîn pêşnûmayek berpêşî Meclîsê kiribû, lê belê bi hinceta derî Qanûna Bingehîn e hat redkirin.
* Qeyûm Abdullah Çîftçî yê tayînî Şaredariya Sûrê hat kirin, 14 erseyên li Zanîngeha Dîcleyê lê belê mulkiyeta wan aîdî şaredariyê ne bi bedêla 44 milyon û 123 hezar lîreyî berpêşî îhaleyê kir. Hat derpêşkirin ku ji ber deynan şaredarî nikare pereyê fîrmaya sotmeniyê bide û ji ber nebûna sotemeniyê nikare hin amûrên xizmetê bide xebitandin.
* Jinan li Tirkiye di sala 2018'an de li dijî zagon û polîtikayên li dijî mafê wan kolan vala nehiştin û têkoşîna xwe berdewam kirin. Nûnera KCDP'ê ya Stenbolê Fîdan Ataselîm, diyar kir ku sala 2018'an bû sala têkoşînê û sala 2019’an jî dê bibe sala jinên bi rêxistin.
* Karker di sala 2018’an de jî li qadan bûn. Bi krîza aborî re karker jî ji karên xwe hatin derxitin. Karkeran mehkûmî xebatek bêewle dikin. Hêza kirînî daketiye nîvî. Karkerên li dijî kedxwariyê di sala 2018’an de li ber xwe dan, diyar dikin ku dê di 2019’an de jî li ber xwe bidin.
* Li Amed û Êlihê xizmên windayan û şaxên ÎHD'ê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin, dê li avahiyên ÎHD'ê çalakiyên xwe yên rûniştinê berdewam bikin. (12.00)
* Dayikên Aştiyê ji bo aqûbeta windayan bipirsin û faîl bên darizandin dê di hefteya 718’an de li qada Galatasarayê kom bibin û çalakiya xwe berdewam bikin. (12.00)
* Mexdûrên KHK'ê bi armanca Komîsyona OHAL'ê bê betalkirin dê li avahiya ÎHD'ê ya Edeneyê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.00)
* Komîsyona Girtîgehan a şaxa ÎHD'ê bi armanca balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş dê li Parka Înonu daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30)
* Komeleya Jinan a ROSA ku dê di çarçoveya tundiya li dijî jinê lêkolînan bike, dê li Semta Diclekent a Peyasê bi merasimekê avahiya xwe vekin. (13.00)
* Komîsyona Girtîgehan a şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, bi armanca balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş dê di hefteya 353'an de li Qada Galatasarayê çalakiya "Rûniştina F" berdewam bikin. (13.30)
* Meclîsa Ciwanên HDP'ê dê li navçeya Sûrê, dê bi şahiya li navçeya Sûrê, avakirina Meclisa Sûrê îlan bike. (14.00)