AMED – Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag, ji bo piştevaniyê bide çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guvenê dest bi greva birçîbûnê kir.
Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag, li Girtîgeha Kandirayê dest bi greva birçîbûnê kir.
Yuksekdag, ji bo destekê bide çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guvenê, îro ji bo sê rojan dest bi greva birçîbûnê kir.