STENBOL – Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên xwestin tecrîdkirina Ocalan şermezar bikin rastî astengkiya polîsan hatin.
Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê ji bo balê bikişîne tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xwestin li ber avahiya xwe li navçeya Fatîhê daxuyaniya çapemeniyê li dar bixin. Polîsan dayikan asteng kir û bi hêceta biryara walîtiyê nehiştin daxuyanî li derve bidin.
Dayikan demek bi polîsan re nîqaş kir lê dîsa jî polîsan destûr neda. Dayikan li hundir daxuyaniya xwe li dar xistin.
‘EM Ê ROBOSKÎ JI BÎR NEKIN’
Endama Meclîsa Dayikan Behiye Duman diyar kir ku ew bi boneya salvegera komkujiya Roboskî 34 welatiyan bi bîr tînin û ji ber ew kurdbûn hatin kuştin û dê qet û qet Roboskiyê ji bîr nekin. Duman got ew berpirs û fermandarên komkujiyê şermezar dikin.
‘TECRÎD ŞER KÛR DIKE, TECRÎDÊ RAKIN’
Duman da zanîn ku ali Tirkiyeyê mafêj iyanê û azadiya xweîfadekirinê tê astengkirin û di bin zextên giran de ye û got: “Rojhilata Navîn ji bo sînorên nû veguheriye gola xwînê. Ev şerê qirêj li ser zarokên dayikan tê birêvebirin. Ev rewş endîşeyê dide me hemûyan. Em dayik bedelên giran ê vî şerê qirêj didin. Tecrîdkirina birêz Abdullah Ocalan tê kûrkirin. Heke pêvajoyek diyalogê li gel cenabê birêz Abdullah Ocalan bê kirin dê pêşiya pêvajoyê vebe. Ev ji aliyê her kesî ve tê aşkerekirin. Tevî ku her alî vê yekê jî dizane tu gav nayê avêtin. Brêz Leyla Guven û gelek girtî bi daxwaza rakirina tecrîdkirinê di greva birçîbûnê de ne. Daxwazên Guven û girtiyan daxwazên milyonan e. Em dibêjin demildest tecrîdkirina Ocalan bi dawî bikin û em ê bibin dengê girtiyan.”