ŞIRNEX – Baroya Amedê çalakiya ji bo bîranîna Tahîr Elçî li Amedê li dar dixist vê hefteyê bi boneya salvegera 7’emîn a Komkujiya Roboskî li gundê Roboskî li dar xist. Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin got: “Kujerên Elçî û 34 mirovên me di nav me de digerin. Heta ev kujer bên darizandin em ê têbikoşin.”
Baroya Amedê çalakiya ji bo bîranîna Tahîr Elçî her hefte li ber Dadgeha Amedê li dar dixist di hefteya 156’emîn de bi boneya salvegera 7’emîn a Komkujiya Roboskî li gundê Roboskî li dar xist. Baroyê bernameya bîranînê li ser goristana 34 welatê lê hatine veşartin pêk anî. Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin, endamên Baroya Amedê û Şirnexê, rêveberên Şaxa ÎHD’ê ya Şirnexê û malbatên Roboskî beşdarî bîranînê bûn.
‘TU TIŞTEK LI HOLÊ NÎNE’
Serokê Baroyê Cîhan Aydin da zanîn ku bi boneya bîranîna Komkujiya Roboskî wan pêdivî pê dîtiye ku vê hefteyê çalakiya xwe li Roboskî li dar bixin û got: “Em îro li axa ku Tahîr Elçî lê hatiye dinyayê ne. Me ruhê wî ji we re anî. 34 birayên me, hevalên me û welatiyên bi awayek hov hatin kuştin. Mixabin heta îro kujer li holê tune ne. Dosyeyek li holê nîne. Berpirsyariyek hiqûqî jî li holê nîne. Lêpirsînek jî li holê nîne û berpirsyariyek siyasî jî nîne.”
‘EM LÊBORÎNA XWE DIXWAZIN’
Aydin destnîşan kir ku ew wek parêzerên Kurd li hember malbatên Roboskî şermîne û wiha got: “Em li ser navê parêzerên kurd lêborîna xwe dixwazin. Me maf û hiqûqa we neparast. Em carek din ji malbatan lêborînê dixwazin. Ji bo em lêpirsînê nûjen û zindî bikin em ê carek din bên gel hev. Em ê li ser rê û rêbaz biaxivin. Çimkî kujerên Tahîr Elçî û 34 mirovên me di nav me de digerin. Heta em van kujeran derxin holê û bên darizandin dê têkoşîna me dewam bike.”
‘ÊŞA WE ÊŞA ME YE’
Aydin diyar kir ku ew li gel malbatên Roboskî cih digirin û got: “Em ji bo parvekirina êşa we hatin vir. Ji bo em kujeran derxin holê em ê di nava hewldanan de bin.”