STENBOL – Zahîde Aslan diyar kir ku bi bavê xwe Îbrahîm Aslan ê li Girtîgeha Tîpa L a Panosê dimîne re hevdîtin kiriye û got bavê wê dibêje ku her şev esker û gardiyan bi ser qawîşên wan de digirin.
Li Girtîgeha Tîpa L A Panosê ya Agiriyê binpêkirina mafan didome. Keça Îbrahîm Aslan ê li Girtîgeha Panosê dimîne Zahîde Aslan têkildarî binpêkirina mafan a li ser bavê wê û girtiyên li avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) a Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist.
‘DI XWARINÊ DE TEXTE Û JILÊT DERDIKEVIN’
Zahîde Aslan diyar kir ku di demên dawî de binpêkirina mafan a li Girtîgeha Panosê gihîştine asta herî jor û wiha behsa binpêkirina mafan ên li girtîgehê kir: “Girtî di diyar dikin ku di xwarinên wan de cismen wek texte û jilêt derdikevin. Ava kanalîzaysonê tev li ava wan vexwarinê dikin. Tevî ku ev hatiye tespîtkirin jî heta niha tu tedbîr nehatine girtin û gave nehatiye avêtin. Demek dirêj e problema ava germ heye. Girtî nikarin xwe bişon û an jî ji ber ava germ nîne neçarin xwe bi ava cemidî bişon. Bi vê yekê re pirsgirêkên hîjyenê derdikevin. Ev yek dibe sedemê nexweşîn bi girtiyan re peyda bibe. Girtiyan dernaxin revîrê û jixwe li revîrê jî bijîşk nîne.”
‘BERSIVA DAXWAZNAMEYA WAN NADIN’
Aslan anî ziman ku bavê êşa nexweşîna çongên xwe dijî û dermanan nadin girtiyan. Aslan got ji bo binpêkirina mafan bi dawî bibe daxwazname ji Wezareta Dadê re şandine û lê hêj bersiva daxwaznameyên wan nedane.
15 GIRTÎ HATIN SEWQKIRIN
Aslan da zanîn ku ji ber ku girtî li dijî binpêkirina mafan çalakiyan li dar dixin cezayên dîsîplînê li wan dibirin û herî dawî jî 15 girtî hatine sirgûnkirin.
Aslan her wiha got bavê wê ji bo rakirina tecrîdê jî 10 rojan ketiye çalakiya greva birçîbûnê.