ŞIRNEX - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan li Roboskî axivî û got: "Qatil diyar in. Em soz didin malbatan wê Komkujiya Roboskî di tariyê de nemîne."
Hevseroka Gitşî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan li gel hevalên xwe parlamenter beşdarî bîranîna 7'emîn salvegera Komkujiya Roboskî bû. Buldan li gel malbatên Roboskî goran ziyaret kir û piştî daxuyaniya malbatan axivî.
BULDAN REXNE LI XWE ANÎ
Pervîn Buldan got komkujî bi zanebûn hatiye kirin û berpirs bi teqezî wê hesab bidin. Buldan her wiha li ser rexneyên malbatan jî got: ''Rexneyên malbatê li ser seran û ser çavan. Heke kêmasiya me ya partiyê hebe, ji holê rakirina vê kêmasiyê peywir û berpirsyariya me ya herî mezin e. Li bara kêmasiyeke ji me, li ser vê gorê, ez rexnedana xwe didim û soz didim. Lê bila malbatên me zanibin, ti caran ne tenê bûn û ji niha û pê de jî wê ne tenê bin.''
'BI PEJIRANDINA DEWLETÊ QETIL KIRIN'
Buldan ji bo edaletê bang li rayedarên hikumetê kir û wiha got: ''Em careke dî li ser goran bang li rêveberên vî welatî dikin. Heke ev mirov bi agahiya we, bi pejirandina we, li gel ku we dizanîbû ji bo ku mehê 50 lîre bi dest wan bikeve, diçine wî aliyê sînor, we ew qetil kiribin divê hûn berpirsan derxînin dadgehê. Ti kes wê nikaribe ji berpirsyariyê bireve. Di serî de dadgehên leşkerî, heke li hemû dadgehan ev doza Roboskî tê redkirin divê mirov bifikire. Ev doz çima dikeve, çima tê redkirin? Naxwe berpirs, kujer diyar in. Lê her kes direve ku berpirsan bîne ber dadgehê.''