NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandariya Giştî ya YPG'ê destnîşan kir ku ew parçeyek ji ax, gel û sînorê Sûriyê ne. Fermandariyê her wiha bang Ii hêzên dewleta Sûriyê kir ku erka xwe ji bo parastina sînorê Minbicê ji gefên Tirkiyeyê biparêzin.
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku wan li dijî terorê şer kiriye û îro jî ji aliyê Tirkiyeyê ve rastî gefan tên. Fermandariyê bi daxuyaniyekê bang li hêzên dewleta Sûriyê kir ku li dijî gefên Tirkiyeyê parastina herêma Minbicê bikin.
Daxuyaniya fermandariyê wiha ye:
"Ji ber gefxwarinên dewleta Tirk a dagirker yên dagirkirina herêma bakûrê Sûriyê û koçberkirina gelê wê, ku bi heman awayî li Cerablûs, Ezaz, Bab û Efrînê kir, em weke Yekîneyên Parastina Gel diyar dikin ku piştî ku me hêzên xwe ji Minbicê vekişand, em hemû hêzên xwe di şerê li hember DAIŞ’ê ya li herêma rojhilatê Feratê bicîh dikin. Lewra em bang li hikûmeta Sûriyê dikin, ku em jî beşek ji ax, netew û sînorên wê ne, da ku hêzên xwe ji bo kontrolkirina van cîhan û herêma Minbicê bişîne û herêmê li hember gefên dewleta Tirk a dagirker biparêze."