AMED - Dozger di danişîna Parlamentera HDP'ê ya Amedê Salîha Aydenîz de xwest bê girtin. Heyeta dadgehê daxwaza girtinê red kir û biryara dewama qedexeya derveyî welat da.
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Salîha Aydenîz di çarçoveya xebatên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de bi îdiaya "Rêxistin ava kiriye û birêve biriye" tê darizandin û heta 30 salan cezayê hepsê jê re tê xwestin. Danişîna 4'emîn a doza Aydenîz li 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dewam kir. Aydenîz beşdarî dozê nebû û parêzerê wê Erhan Urkut di danişînê de amade bû.
‘BILA DARIZANDIN BÊ SEKINANDIN'
Danişîn bi xwendina ewraqên dosyeyê dest pê kir. Parêzer Urkut xwest bi boneya miwekîla wî bûye parlamenter divê darizandina wê bê sekinandin û biryara qedexekirina derveyî welat bê rakirin.
DOZGER GIRTINÊ DAXWAZ KIR
Dozger bi hêceta gumana revê, rewşa delîlên heyî û bi boneya gumana bi qewet dê şertê kontrola edlî kêm bimîne xwest Aydenîz bê girtinê.
‘GUMANA REVA WÎ NÎNE'
Parêzer Urkut da zanîn ku ew mutalayê ango biryara dozger qebûl nakin û gumana revê ya miwekîla wî tune ye û wek parlamenter jî xebatên li Meclîsê birêve dibe û ev yek jî şertê girtinê çênake. Urkut xwest daxwaza dozger bê redkirin.
DAXWAZ HATIN REDKIRIN
Heyeta dadgehê daxwaza dozger a girtinê û daxwaza parêzer a rakirina qedexeya derketina derveyî welat red kir. Dadger dozê taloqî meha gulanê kir.