NAVENDA NÛÇEYAN - Der barê Faruk Encu de yê ji Roboskiyê bi boneya parvekirinên medya civakî doz hat vekirin.
Tevî ku 7 sal di ser Komkujiya Roboskî de derbas bû jî hêj hesab ji berpirsyaran nehatiye xwestin. Lê li aliyê din vekirina dozên der barê şêniyên Roboskiyê de didome. Her dawî Serdozgeriya Komarê ya Qilebanê der barê Faruk Encu (26) de ji ber parvekirinên medya civakî lêpirsîn dabû destpêkirin û vê lêpirsînê veguherand dozê.
Serdozgeriyê îdianameya bi îdiaya "Pesindana sûc û sûcdar" û "Gel tehrîkî kîn û dijminiyê dike" der barê Encu de amade kir pêşkêşî Dadgeha Cezayê Asliyê ya Qilebanê kir. Dadgeha Qilebanê jî dosyeyê şand 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê.
Dadgeha Şirnexê di 24'ê kanûnê de îdianameyê qebûl kir. Bi dozvekirinê re ev bû doza 6'emîn a der barê Encû de.