ENQERE – Parlamenterê AKP’ê yê berê Ahmet Faruk Unsal diyar kir ku hêzên xweparastina Kurdan di her hal û karî de dê di seberoja Sûriyeyê de cih bigirin û got: “Ev sedsal nikare tunebûna kurdan ragire. Kurd jî vê rewşê qet qebûl nakin.”
Yek ji avakarê di nava AKP’ê de cih digirt û parlamenterê AKP’ê yê berê Ahmet Faruk Unsal êrîşa Tirkiyeyê ya muhtemel a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rola kurdan nirxand.
Unsal da zanîn ku biryara vekişandina DYA’yê ya ji axa Bakurê Sûriyeyê ne surprîz e û got: “DYA beriya niha jî daxuyaniyên bi heman rengî dabû. Lê divê em vê carê bi awayek micid liv ê biryarê binêrin. Wezîrê parastinê û Pentagon li dijî vê yekê derket ancax Trump dîsa jî xwest Wezîrê Parastinê îstîfa bike. Pêkanîn û nepêkanîna vê biryarê em ê di rojên pêş de bibînin. Heke biryar pêk were ji serî heta binî dê li Sûriyeyê pêvajoyek nû dest pê bike.”
‘KURD WÊ LI ÇAREYA SERÊ XWE BINÊRIN’
Unsal bi bîr xist ku dema DYA hat Rojava li ser daxwaza kurdan nehat û çûyîna DYA’yê jî ne li ser daxwaza kurdan dê pêk were. Unsal got: “Heke DYA biçe dê kurd li çareya serê xwe binêrin. Berxwedana Kurdan û QSD’ê ku li pêş xistin xwedî qabîliyetek mezin e. Xweparastina xwe ava kirin û pir netew e. Pirçandî û gelek hêzên siyasî hene. Jiyana bi hev re ya li ser wê axa zor nîşanî hemû dinyayê dan. Ji ber vê yekê hem di warê leşkerî de hem jî di warê siyasî de pratîka xwe ya siyasî ispat kirine.”
‘DIVÊ KURD DI SIBEROJA AVAKIRINA SÛRIYEYÊ DE CIH BIGIRIN’
Unsal destnîşan kir ku kes nikare berxwedana eskerî û pratîka siyasî ya Rojava ji nedîtî ve were û wiha got: “Pratîka pir alî ya kurdan li Rojava li pêş xist ji bo siberoja Sûriyeyê xwedî mînakek girîng e. Ev derfetek ji bo Sûriyeyê jî pêkane. Kurdan bi hêza xweparastinê hebûna xwe dan nîşandan. Hebûna kurdan û pratîka wan salên dawî ji bo siberoja Sûriyeyê xwedî cihek girîng e. Di warê QSD’ê û kurdan de muxatabê kilîdê yê aktor divê rêveberiya navendî ya Sûriyeyê be. Lazim e modela li Rojava li tevahiya Sûriyeyê belav bibe û pêk bê.”
‘NE PÊKANE KURD BÊSTATÛ BÊN HIŞTIN’
Unsal anî ziman ku divê destkeftiyên kurdan ên li Rojava ji bo Tirkiyeyê nebe pirsgirêka bekayê û li şûna vê yekê ev destkeftî bibe cihê çavkaniya hezkirinê. Unsal da zanîn ku ne hewceye Tirkiye ji kurdan bitirse û lazim e bi şiklek demokratîk bi kurdan li hev bike. Unsal diyar kir ku ne pêkane kurd di şertên îro yên li Rojhilata Navîn de bêstatû bên hiştin û got: ““Ev sedsal nikare tunebûna kurdan ragire. Kurd jî vê rewşê qet qebûl nakin. Modela kurdan daniye holê ji bo hemû Rojhilata Navîn derbasdar e.”