STENBOL - Di dosyeya lêpirsînê ya der barê xebatara rojnameya Yenî Yaşamê Tûba Bûlût de, navê "Hayam" ê Bûlût bi kar dianî wekî "kodnav" cih girt. Her wiha axaftina bi telefonê ya bi Bûlût û malbata wê jî wekî sûc hat hesibandin û hat derpêşkirin ku dibe Bûlût di rojnameya Ozgur Gundem a bi KHK'ê hat girtin de nivîskariyê bike.
Li Stenbolê di 22'yê Kanûnê de ji 11 kesên di avêtina ser malan de hatin binçavkirin 8 jê hatin girtin. Yek ji van kesên hat girtin jî xebatkara rojnameya Yenî Yaşamê Tûba Bûlût e. Di dosyeya lêpirsînê ya Serdozgeriya Komarê ya Anadolûyê de axaftinên telefonê yên di sala 2011, 2012 û 2013'an wekî delîl cih girtin. Her wiha navê "Hayam" ê malbat û derdora Bûlûtê ji bo wê b kart înin jî di dosyeyê de wekî "kodnav" hat nirxandin.
AXFTINA WÊ YA TELEFONÊ YA BI MALBATÊ SÛC HAT HESIBANDIN
Her wiha axaftina wê ya telefonê ya bi malbatê û parêzeran re jî wekî sûc hat hesibandin. Di dosyeyê de axftina wê ya telefonê ku ji bo xaltîka wê di hilbijartina herêmî de dengê xwe bide DBP'ê xaltîka xwe qaneh kiriye jî wekî sûc hat hesibandin. Her wiha bangawaziya wê ya ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya 2012'an de jî sûc hat hesibandin. Wê demê bavê Bûlûtê girtî bû û di çalakiya greva birçîbûnê de cih digirt.
Peyva "şehîd" ku ji bo 34 kesên li Roboskiyê de bombebaranê de hatin kuştin bi kar anî jî wekî sûc hat hesibandin. Ji ber li rojnameya Ozgur Gundemê wekî sekreter xebitiye jî sûc hat hesibandin.
WÊ DI OZGUR GUNDEM A HATIYE GIRTIN NIVÎSKARIYÊ BIKE
Her çend Bûlût ne nivîskara rojnameya Ozgur Gundemê bû jî, lê belê di dosyeya lêpirsînê de hat gotin "hat fêmkirin ku hûn ê di rojnameya Ozgur Gundemê de bibin nivîskar." Her wiha tevlêbûna wê ya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê jî sûc hat hesibandin.
Parêzer Ayşe Acînîklî ji bo navê "Hayam" ku tê îdiakirin "kodnav" e got: "Muwekîla min Tûba di nav civakê de bi navê Hayam tê naskirin. Ji bo guherandina nav me daxwazname jî amade kiribû ku em berpêşî dadgehê bikin. Lê belê berî ku em daxwaznameyê berpêşî dadgehê bikin muwekîla min hat binçavkirin. Nayê qebûlkirin ku navê 'Hayam' wekî kodnav bê nîşandan."
Her wiha parêzerê Bûlûtê Sînan Zîncîr jî anî ziman ku tiştên muwekîla wî pê tê tawanbarkirin hemû aîdî 2011-2013'an e û got: "Her wiha peyama ji min re şandiye jî wekî sûc hatiye hesibandin. Axaftinên wê yên telefonê yên bi diya wê û xaltîka wê re jî wekî sûc hatine hesibandin. Di ser îdiayên ku wekî sûc tên hesibandin 7 sal derbas bûne lê belê niha der barê wan de lêpirsîn hatiey destpêkirin. Ev delîl ji aliyê polîs û dozgerên FETO'yê ve bi awayekî bêhiqûqî hatine amadekirin. Tenê nav guherîn, lê pratîka wan heman tişt e. Muwekîla min ji ber tiştên bêusûl hatiye girtin. Tu eleqeya vê bi hiqûqê re tune ye."
MA / Yasin Kobulan