AMED – Hat îdiakirin ku li navçeya Sûrê, stûnên di dema kolandinê de hatin derxistin û ji dema Romayê mayî di çêkirina avahiyên nû de tên bikaranîn.
Li navçeya Sûrê ya Amedê piştî 104 rojên pevçûnî li 6 taxên hatin rûxandin gelek avahiyên dîrokî yên tescîlkirî hatin hilweşandin. Ji bo çêkirina dikanên li Kuçeya Yenîkapiyê, di kolandina hin deveran de hin stûn derketin holê. Tê derpêşkirin ku ev stûn û serikên wan di çêkirina avahiyên nû de tên bikaranîn.
DI DEMA ROMAYÊ DE AGORA BÛ
Arkeolog diyar dikin ku kevirên dîrokî yên li vê kuçeya di dema Romayê de Agora (Çarşî) bû hatin derxistin aîdî serdema romayê ne. Ev stûn û serikên stûnan ên bi makîneyên kar tên derxistin, bêyî bên parastin û bêyî der barê wan de lêkolîneke zanistiyî bê kirin bi rasthatinî li derdorê tên valakirin. Nehat zanîn ku heta niha bê di dema kolandinê de çi berhemên dîrokî hatine derxistin, lê belê li gorî arkeologan kevirên têne derxistin wekî lingên Minareya Çar Ling in. Arkeolog dibêjin ku ji bo van kevirên ji aliyê operatorên kemçeyan ve tên derxistin û li derdorê tên valakirin lêkolîneke zanistiyî bê kirin.
‘DILÊ MIROV DIÊŞE'
Hevserokê Şaxa Odeya Mîmaran a Amedê Şerefhan Aydin, destnîşan kir ku ji sala 2015'an ve hemû sazî û dezgehên di vî warî de xwedî erk ji bo rexne û pêşniyarên wan xwe li nebihîstinê datînin. Aydin got: "Bi van xebatan raçînga dîrokî û çandî ya bajêr hatiye tunekirin û bîra civakiyî hatiye jêbirin. Lê belê ev tişta dawî dilê mirov hîn bêtir diêşîne. Tenê dê ne bermayiyên avahiyên dîrokî wê perçeyên bedenên mirovan jî derkevin. Ewilî wexta min dît min got 'heyf e, ya bû sedema vê bêxwedîtî ye.' Bi dehan şaristaniyan ev dîrok heta niha parast, lê belê em ê wekî kesên ev yek neparastin, wekî zalim û gunehkarên sedsala 21'an bên bibîranîn. Pirsgirêka sereke bêxwedîtî ye. Wekî HEskîf, Deqyanûs... Ma dikarin vê li Enqere, Îzmîr, Konyayê bikin?"
MA / Lezgin Akdeniz