ŞIRNEX - Şaredariya Şirnexê ya qeyûm tayînî wê hat kirin, ji bo projeya ava vexwarinê 17 milyon lîre pere xerc kir, lê belê ji ber boriyên avê zirav in zêdetirî saleke neketiye fealiyetê.
Li Şirnexê piştî qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin, ji bo projeya ava vexwarinê bi milyonan pereyê hat xerckirin berba bû. Di meha Çileya 2017'an de dest bi çêkirina projeyê hat kirin û hatibû diyarkirin ku divê di 17'ê Kanûna 2017'an de bê qedandin. Lê belê salek derbû hîn ji proje neketiye fealiyetê.
BORIYÊN ZIRAV HATIN BIKARANÎN
Ji bo projeyê 17 milyon û 162 hezar û 356 lîre pere hat diyarkirin. Lê belê ji ber di projeyê de boriyên zirav hatin bikaranîn derket holê ku bi kêr nayên. Ev projeya ku qeyûm tim propagandaya wê dike tenê li çend kuçeyên hin taxan ketiye fealiyetê.
Hat diyarkirin ku ev yek ji bo projeya qenalîzasyonan jî derbasdar e. Hat îdiakirin ku bedêla vê projeyê 27 milyon lîre ye, lê belê boriyên hatine bicihkirin pir biçûk in.