DERSIM – Li navçeya Mazgirtê, pezkoviya ku nêçirvanan ew birîndar kir hevjînên hev Saniye û Cemal ew anîn û derman dikin. Piştî dermankirinê wê pezkoviyê berdin.
Li gundê Kalearkasi yê navçeya Mazgirtê ya Dersimê nêzî mehek berê hevjînên hev Saniye û Cemal Oktay li herêmê pezkoviyeke ku nêçirvanan ew birîndar kiribû dîtin. Malbata Oktay pezkoviya ji lingê xwe yê rastê birîndar bûn anîn malê.
TÊ DERMANKIRIN
Malbata Oktay ji bo pezkoviya birîndar çûn Midûriyeta Daristan û Hawirdorê ya Dersimê. Midûriyetê jî ji bo dermankirina pezkoviyê komek şand. Piştî dermankirinê koma midûriyetê ji bo pezkovî ji jiyana xwe ya xwezayî dûr nekeve ew li cem malbata Oktay hiştin. Malbata Oktay jî ev yek qebûl kir û piştî pezkovî baş bibe dê wê berdin.
Cemal Oktay, anî ziman ku di baweriya elewîtiyê de pezkovî pîroz in û loma ew tim wan diparêzin. Oktay, bilêv kir ku niha pezkovî ber bi başbûnê ve diçe û wexta tam baş bibe ew ê pezkoviyê berdin.
‘BILA NÊÇIRVANÎ BÊ QEDEXEKIRIN'
Oktay, bertek nîşanî nêçira pezkoviyan da û xwest li herêmê nêçir bê qedexekirin û kesên nêçira pezkoviyan dikin bên cezakirin.
MA / Semra Turan