STENBOL – Li Gazîosmanpaşayê Sînan Encu yê çû hemamekê, li nav pişta wî û lingên wî birîn çêbûn. Encu îdia kir ku ji ber bi kurdî axivîne telak bi hişka ew lûfikirine û ji ber vê birîn di canê wî de çêbûne. Her wiha Encu ji ber vê çû nexweşxaneyê rapora derbkirinê girt û giliyê kesên li hemamê kir.
Li navçeya Gazîosmanpaşa ya Stenbolê birayên Sînan û Nazarhan Encu çûn hemamekê. Lê belê ji ber bi kurdî axivîne telak ew hişka lûf kirine û di canê wan de birîn çêbûye.
Li gorî îdiayan; birayên Encu di 10'ê Kanûnê de piştî serşûştinê ji bo lûfkirinê çûn beşa xizneyê. Wexta her du birayan bi hev re bi kurdî diaxivî telak hatiye û dest bi lûfkirinê kiriye. Di dema lûfkirinê de Sînan Encu hîs kir ku canê wî dişewite û ev yek ji telak jî re gotiye. Piştî lûfkirinê Sînan Encu çû cihê cihlixwekirin, lê belê her ku diçû êşa li pişa xwe zêdetir hîs dikir. Wexta kincên xwe li xwe dikir birayê wî Nazarhan Encu reşayiya li pişta wî dît.
LÊPIRSÎN HAT DESTPÊKIRIN
Li ser vê Encu pişta xwe şanî xwediyê hemamê da û giliyê wan kir. Lê belê piştî encam nehat girtin vê carê Encu çû Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazîosmanpaşayê û rapora derbkirinê girt. Paşê Encu bi parêzerê xwe re tevî rapora xwe çû Serdozgeriya Komarê ya Gazîaosmanpaşayê û giliyê hemamê kir. Li ser vê dozgeriyê bi îdiaya "birîndarkirina bi qesdî" der barê xebatkarê hemamê yê bi navê Şukru lêpirsîn da destpêkirin.
Encu got: "Min û birayê xwe bi hev re bi kurdî diaxivî û henek dikirin. Xebatkarê hemamê yê bi navê Şukru bi awayî hişk got 'temam headê xwe li vir dirêj bike.' Min xwe dirêj kir û bi lûfkirinê min ew êş hîs kir. Min jê re got 'hêdî eb xalo', lê belê dîsa guh neda min û bi heman awayî lûf kir. Wexta min got 'Xalo hêdî be, te çermê min rakir 'dîsa got 'rihet bisekine.' Paşê bi dest û lingên min girt û pêl pişta min kir. Wê kêliyê min got qey felcî bûm. Piştî dev ji min berda wekî henekê xwe bike 'got aaa çi bûye bi pişta te?' Paşê li pişta min da û got 'de hadê rabe û biçe.' Wexta çûm cihê cihlixwekirinê birayê min şaş ma û got 'çi bûye bi pişta te?' Wextaa min lê nerî min dît ku reş bûye. Min li cem xwediyê hemamê û midurê wê giliyê Şukru kir. Xwedî û midurê hemamê gotin 'eleqeya me bi vê tune ye, alerjiya te heye.'"
MA / Yasin Kobulan