AMED – Rektorê Zanîngeha Artûklûyê Prof. Dr. Ahmet Agirakça di wergera xwe ya pirtûka dîroka îslamê ya El-Kamîl fî't-Tarîh de beşên tê de "kurd" dinivîsandin wekî "tirk" guherandin. Zimanzan Zana Farqînî diyar kir ku bi vî awayî tê xwestin kurd derveyî dîrokê bên hiştin û ya hatiye kirin derveyî etîka zanistê û rûmeta mirovan e.
Rektorê Zanîngeha Artûklûyê Prof. Dr. Ahmet Agirakça di wergera xwe ya pirtûka dîrokê îslamê ya El-Kamîl fî't-Tarîh a Îbnu'l-Esîr ku di sala 1230-31'ê de li Mûsilê bi erebkî hatiye nivîsandin de beşên tê de "kurd" dinivîsandin wekî "tirk" guherandin. Ev yek ji aliyê seyda û meleyên kurd ên di medreseyan de xwendinde jî hat tespîtkirin.
Her çend ev yek li ser medyaya civakî gelek caran hat nîqaşkirin û di çapemeniyê de derket jî, lê belê Agirakça der barê vê de heta niha tu daxuyanî nedane. Têkildarî mijarê em li Midûrê Nivîsgehê yê Rektoriya Zanîngeha Artûklûyê geriyan, lê belê hat gotin ku rektor naxwaze der barê pirtûkê de biaxive.
Zimanzan Zana Farqînî anî ziman ku texrîfata hatiye kirin ne cara ewil e û got: "Koka vê texrîfatê xwe digihîne heta salên dawî yên Osmaniyan. Lê piştî avakirina komarê ev yek veguherî awayekî sîstematîk. Li gorî îdeolojiya fermî di dîrokê de qewmeke bi navê kurd tune ye, zimanê wan tune ye û erdnîgariyeke bi navê Kurdistan tune ye."
Farqînî, bilêv kir ku di belgeyên dîrokî û belgeyên osmanî de beşên der barê kurdan de pir hatine sansurkirin û got: "Çimkî ev kar bi xemnexuriyeke wisa tê kirin ku, her tişt derketiye holê. Mesela têgîna Kurdistanê ya di fermana ku Qanûnî Siltan Silêman ji Qiralê Fransayê Fransûva re şandiye, Wîlayeta Kurdistanê ya ji aliyê Osmaniyan hatiye avakirin ji wesîqeyên dîrokî hatine derxistin. Ji bo îdolojiya siyasî û fermî belgeyên dîrokî yên orîjînal hatine tehrîfkirin."
‘GELEK PIRTÛK HATIN TEHRÎFKIRIN'
Farqînî, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê piştî netewparêzan oldar jî ketina nav hewldana tehrîfkirina tiştên derbarê kurdan de û got: "În vê tehrîfatê dikin tenê ne netewparêz an jî netewperest in, kesên ji xwe re dibêjin oldar jî vê yekê dikin. Mesela, aqûbeta berhemên Saîdê Kurdî, Elî Şerîatî jî heman tişt e. Heta di ansîklopediya îslamê de jî beşên der barê kurdan de bi vî awayî hatine tehrîfkirin. Ji bo vê gelek mînak hene."
‘DIXWAZIN DI DÎROKÊ DE JI KURDAN TU ŞOP NEMÎNIN'
Farqînî, ji bo tişta hatiye kirin destnîşan kir ku bi vê yekê tê xwestin ku di dîrokê de şopa kurdan paqij bikin û got: "Divê ev tehrîfat û sansur çawa bên nirxandin? Ev yek tê wateya veşartina tiştên der barê kurdan de ne bes e, divê di dîrokê de ji wan tu şop nemîne. Helbet ji bo ravekirina vê rewşê tu hincet tune ne. Ev rewş derî mirovahiyê, derî wijdan, derî etîka zanistê û derî rûmeta mirovan e. Redkirin, înkarkirin, asîmlekirin tu carî ne bû çare û wê ji niha şûnde jî nebe çare. Lewre rastî bieks e, çi zû çi dereng derdiekve holê û wekî lekeyeke reş li ser kiryar datîne. Roj bi heriyê nayê seyandin."
MA / Lezgin Akdeniz