DÎLOK - Îmam Uzun ku teqawît bûye, ji bo debara xwe bike ji Kundirê Mîranî (Kundirê avî) hunerên awarte ava dike. Uzun, ji kundiran neqişên lembeyan, abajur û awîzeyan çê dike û bi van kundiran hundirê malan dixemilîne.
Welatiyê Dîlokê Îmam Uzun ê 59 salî ku teqawît bûye, hem ji bo debara xwe bike û hem jî j bo hunerê pêş bixe ji Kurdirê Mîranî (Kundirê Avî) berhemên awarte û bêhempa ava dike. Uzun ji van kundiran xeml û neqişa lembeyan, abajur, awîze û gelek cureyên amûran çê dike û dixe xelma malan. Uzun, hem bê sebra xwe tîne û hem jî bi vê hunerê debara xwe dike. Uzun, piştî teqawît bû bi awayekî profesyonel dest bi vî karî kir. Uzun, diyar kir ku dema mirov li ser hûr bibe û kedê bide hunerên gelek xweşik û bêhempa derdikevin kolê.
Uzun, diyar kir ku 10 salin bi hunera kundirê mîranî re mijûl dibe û wiha got: "Hunera kurdiran pir dîrokî ye. Bi sedan salan ev huner heye. Kundir hen di xwarinê de û hem jî du hunera xemlê de pir tê şixulandin. Berê hem dikirin tas û lem jî dikirin meterayê avê. Niha ez hemû hiş û mijûliya xwe didim ser vê hunerê. Hem bê sebra xwe tînim û hem jî pê debara xwe dikim. Niha nêzî 20 xwendekarên min hene. Kî bixwaze fêr bibe ez fêrî her kesî dikim. Bi qasî ku ev vê hunerê pêş dixim ew qas jî dema ku ez fêrî şagirtan dikim ez pê şa û kêfxweş dibim. Hem kedê û hem jî hezkirin û sebrê dixwaze. Karekî zor e. Lê xweş e. Heskirin û sebrê dixwaze. Herî her tiştî sebr jêre lazim e. "
Uzun, anî ziman ku hem ji ber ku ji vî karî hez dike pêş dixe û hem jî dixwaze vê hunerê bide jiyandin u her tim zindî bihêle pê mijûl dibe.