ÊLIH - Şûnwarê dîrokî û çandî Heskif ku heta 12 hezar sal koka wê heye, ji ber projeya bendavê sal bi sal wêran dibe. Bi taybetî di sala 2018'an de ji ber xebatên înşaetê lê hatin kirin, bi dînamîtan zinar û şikeft hatin hilweşandin û berhemên dîrokî neqlî cihên cuda hatin kirin bi temanî reng û ruyê wê hat guhertin.
Şûnwarê dirokî û çandî Heskif ku heta 12 hezar sal berê şopa mirovan û jiyanê lê xuya dibe, di sala dawî de rastî taxrîbatên mezin hat. Warê ku navenda turîzmê ye û zêde bala turîstên biyanî dikişîne, îsal ji ber înşaeta lê hat kirin, zinar û şikeftên dîrokî bi dînamîtan hatin hilweşandin û xerakirin reng û ruyê xwe yê dîrokî winda kir. Dîsa gelek berhemên dîrokî yên wekî tirb, mizgeft û dêr ji cihê wan hatin rakirin û guheztin cihekî din. Warê dîrokî ku sal bi sal di bin avê de dimîne, herî zêde îsal (2018) rûyê wê hat guhertin û talan bû. Her çend ev warê dîrokî û çandî ji aliyê UNESCO ve bê parastin jî heta niha UNESCO li hemberî vê talankirin û wêrankirinê dengê xwe dernexistiye. Bi hinceta hikûmetê serî li Mîrateya Cîhanê nedaye nehat parastin. Bi îhaleyên mezin warên dîrokî ji cihê wan rakirin û birin cihên din. Di nava salekê de cihê Mizgefta Eyyûbî, Hemama Artuklu, Turbeya Zeynelbey, Zeviya Mele Abdullah, Deriyê dîroki yê Romayê û gelek herhemên din ji cih û warên wan rakirin. Pişti ku ev warên dîrokî ji cihê wan hatin rakirin nayê zanîn ku van berheman çiqas zerar dîtiye. Ser keleha Heskifê jî bi betonê winda dikin. Bi diwarê li dora wê tê lêkirin di bin betonê de tê veşartin. Bi vê talankirin û wêrankirinê re 123 cureyên sewal û zindiyên li Geliyê Dîcle dijîn dê tev tune bibin."
'HÊJ NE DERENG E'
Welatiyê Heskifê yê 66 salî Mehmet Tarhan, diyar kir ku nêzî 60 salan li şikeftên di keleha dirokî de jiya û wiha got: "Veguheztina van berhem û warên dîrokî şaş e. Gul di şaxa xwe dexweşik e. Ger ku hat qurmiçandin dê biçilmise û hişk bibe. Ji bo bendavek ku temenê wê 40-50 salan dîroka hezaran salan wêran dikin. Gelo dê bi vê guhestinê çi bi dest bixin? Ji bo 40 salan dîroka hezar salan wêran dikin. Ev ne çareserî ye. Ev der duyemîn Cihê Nûh Pêxember e. Ez li van şikeftan ji dayik bûm. Li wir ceyran û av tune bû. Lê em dîsa kêfxweş bûn. Niha vê kefxweşiya me ji destê me digirin. Heskîfê zuha dikin. Tune dikin. Ger ku em lê xwedî derkevin em dikarin dîsa xelas bikin. Hêj ne dereng e."
Welatî Yaşar Ayhan jî anî ziman ku berê li vir jiyan bêtir xweş û geş bû û piştî projeya bendavê û guheztina warê dîrokî êdî jiyan li wan herimiye. Ayhan, destnîşan kir ku ew berê li vir bêtir kêfxweş bûn û wiha got: "Berê turist dihatin vir. Hatina durîstan ji bo debarê baş bû. Îro êdî turîst jî nayên vir. Dîrok tune dibe. Em dixwazinli Heskif bijîn û bidin jiyandin."
Xwendekara Zanîngehê ku ji Konya hat Heskîfê Aysun Bacak jî anî ziman ku ew ji bo warê dîrokî Heskifê ziyaret bike hat vir û wiha got: "Cara yekem têm vir. Warê dîrokî yê 12 hezar sal dê dibin bendav ê de bê hiştin. Ev ne rast e. Divê dîrok û çand neyê tunekirin. Ev dîroka me ye û divê em tev li vê dîrokê xwedî derkevin."
MA / Metin Yoksu