* Parlamenterê AKP’ê yê berê Ahmet Faruk Unsal diyar kir ku hêzên xweparastina Kurdan di hal û karî de dê di seberoja Sûriyeyê de cih bigirin û got: “Ev sedsal nikare tunebûna kurdan ragire. Kurd jî vê rewşê qet qebûl nakin.”
* Rektorê Zanîngeha Artûklûyê Prof. Dr. Ahmet Agirakça di wergera xwe ya pirtûka dîroka îslamê ya El-Kamîl fî't-Tarîh de beşên tê de "kurd" dinivîsandin wekî "tirk" guherandin. Zimanzan Zana Farqînî diyar kir ku bi vî awayî tê xwestin kurd derveyî dîrokê bên hiştin û ya hatiye kirin derveyî etîka zanistê û rûmeta mirovan e.
* Li Gazîosmanpaşayê Sînan Encu yê çû hemamekê, li nav pişta wî û lingên wî birîn çêbûn. Encu îdia kir ku ji ber bi kurdî axivîne telak bi hişka ew lûf kirine û ji ber vê birîn di canê wî de çêbûne. Her wiha Encu ji ber vê çû nexweşxaneyê rapora derbkirinê girt û giliyê kesên li hemamê kir.
* Ahmet Ûysalê çavên wî nabîne û tevî hevjîna xwe bi awayekî seyar zeytûn, rûnê zeytûnan û amûrên detskariyê difiroşe anî ziman ku ji bo debara xwe bikin ji mecbûrî dixebite.
* Li navçeya Mazgirtê, pezkoviya ku nêçirvanan ew birîndar kir hevjînên hev Saniye û Cemal ew anîn û derman dikin. Piştî dermankirinê wê pezkoviyê berdin.
* Şaredariya Şirnexê ya qeyûm tayînî wê hat kirin, ji bo projeya ava vexwarinê 17 milyon lîre pere xerc kir, lê belê ji ber boriyên avê zirav in zêdetirî saleke neketiye fealiyetê.
* Aborîzan Kûrtar Tanyilmaz diyar kir ku di pirsgirêka kurd da israrkirina "polîtîkaya ewlehiyê" û mudaxilbûyîna şerê li Sûriyeyê wê di budçeya 2019'an de xerckirinên ji bo parastin û ewlehiyê zêde bin û wê ji ber van xerckirinan krîza aborî kûrtir bibe.
* Hat îdiakirin ku li navçeya Sûrê, stûnên di dema kolandinê de hatin derxistin û ji dema Romayê mayî di çêkirina avahiyên nû de tên bikaranîn.
* Di dosyeya lêpirsînê ya der barê xebatara rojnameya Yenî Yaşamê Tûba Bûlût de, navê "Hayam" ê Bûlût bi kar dianî wekî "kodnav" cih girt. Her wiha axaftina bi telefonê ya bi Bûlût û malbata wê jî wekî sûc hat hesibandin û hat derpêşkirin ku dibe Bûlût di rojnameya Ozgur Gundem a bi KHK'ê hat girtin de nivîskariyê bike.
* Şûnwarê dîrokî û çandî Heskif ku heta 12 hezar sal koka wê heye, ji ber projeya bendavê sal bi sal wêran dibe. Bi taybetî di sala 2018'an de ji ber xebatên înşaetê lê hatin kirin, bi dînamîtan zinar û şikeft hatin hilweşandin û berhemên dîrokî neqlî cihên cuda hatin kirin bi temanî reng û ruyê wê hat guhertin.
* Îmam Uzun ku teqawît bûye, ji bo debara xwe bike ji Kundirê Mîranî (Kundirê avî) hunerên awarte ava dike. Uzun, ji kundiran neqişên lembeyan, abajur û awîzeyan çê dike û bi van kundiran hundirê malan dixemilîne.
* Namzetê Hevşaredariya Qersê yê HDP’ê Ayhan Bîlgen dê li Balafirgeha Qersê ji aliyê gel ve bê pêşwazîkirin û tura nav bajêr pêk bînin. (11.00)
* Bi boneya 7’emîn salvegera Komkujiya Roboskî dê li gelek navendan çalakiyên bîranînê pêk bên. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan jî dê beşdarî bîranîna li gundê Roboskî bibe. (12.00-19.00)
* ÎHD, TÎHV, SES, ÇHP, OHP û Komîsyona Girtîgehan a Baroya Enqereyê dê têkildarî grevên birçîbûnê li Navenda Giştî ya ÎHD’ê civîna çapemeniyê li dar bixin. (11.00)
* Şaxa SES’ê ya Amedê û Odeya Bijîşkan a Amedê dê têkildarî çalakiyên greva birçîbûnê li avahiya odeya bijîşkan civîna çapemeniyê li dar bixin. (12.30)
* Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê bi boneya balê bikişînin ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dê li avahiya xwe ya li navçeya Fatîhê civîna çapemeniyê li dar bixin. (13.00)
* Baroya Amedê bi daxwaza kujerên Serokê Baroyê yê berê Tahîr Elçî bên dîtin dê li ber Dadgeha Amedê di hefteya 156’emîn de çalakiya xwe dewam bike. (13.30)