MINBÎC - Di 1'emîn Konferansa Meclisa Jinan a Minbicê de Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed axivî û got: "Îro minbic di bin gefên dagîrkeriya Tirkiyê de ye. Tirkiyê dixwaze li herêmê tevliheviyan bike. Lê emê tucarî pişta xwe nedin hêzên derve de, em pişta xwe bidin hêza gelê xwe."
Li bajarê Minbicê bi dirûşmeya "Jinên birêxistinkirî mîsogeriya Sûriyeke demokratîk e" 1'emîn Konferansa Meclisa Jinan a Minbicê hat lidarxistin. Konferans li Salona Civînan a Meclisa Zagonsaz a Minbicê pêk hat. Şandeyên ji Meclisa Jinên Sûriyeyê, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û bi sedan jinên Minbicê û gundewarên wê tev li konferansê bûn.
'KEDA MECLÎSA JINAN MEZINE'
Li ser navê Komîteya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Meha Elelî axivî û lidarxistina konferansê li hemû jinan pîroz kir. Meha, diyar kir ku ev konferans di encama keda jinên têkoşer û birêxistinkirî de hat lidarxistin. Meha bal kişand ser rola Meclisa Jinên Minbicê ya di pêşxistina perwerdekirina jinan de û wiha got: "Piştî zilm û zora bi salan a di bin dagirkeriya DAIŞ`ê de, îro keda meclisê di warê birêxistinkirina jinan pir mezine."
'DI PÊVAJOYEK WIHA DE LIDARXISTINA KONFERANSÊ GIRÎNG E'
Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed jî, di konferansê de axivî û diyar kir ku lidarxistina konferansê di vê pêvajoyek wisan hestewar de pêngavek girîng e. Ehmed, di dewama axaftina xwe de wiha got: "Îro Minbic û hemû herêmên Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê di bin gefên dagirkeriya Tirkiyê de ne. Tirkiyê dixweze li herêmê tevliheviyan bike. Tirkiyê hewl dide projeya neteweya demokratîk ku gelên herêmê bi vîna xwe ya azad ava kirin, têk bibe û berjewendiyên xwe li herêmê pêk bîne."
Ehmed derbarê mijara vekişandina hêzên Amerîkayê ya ji Sûriyeyeyê de ev tişt bilêv kirin: "Ked û fedekariya gelên herêmê hişt ku hêzên cîhanê alîgiriya me bikin. Lewma vekişîna hêzên Amerîkayê ne tiştek balkêş bû. Ji ber ku zû yan dereng dê her vekişin. Emê tucarî pişta xwe nedin hêzên derve de, emê tim pişta xwe bidin hêza gelê xwe."
'VÎNA JINAN DÊ HEMÛ ÊRÎŞAN TÊK BIBE'
Ehmed ji hêzên cîhanê jî xwest ku li dijî gefên Tirkiyeyê helwestek diyar nîşan bidin û wiha pê de çû: “Ger Tirkiye herêmê dagir bike dê xerabî û wêraniyê bi xwe re bîne. Mînaka vê yekê jî Efrîn e. Tirkiyeyê li Efrînê kuştin, koçberî û talankerî pêk anî.” Îlham Ehmed di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Jin pêşeng in, bi hêz û vîna jinan dê hemû êrîşên li dijî gel têk biçin. Ev konferans dide nîşandan ku jinan di warê xwebirêxistinkirinê de gavên girîng avêtine.”
Berdevka Meclisa Jinên Sûriyeyê Lîna Berekat jî axivî û lidarxistina konferansê pîroz kir. Berekat diyar kir ku jin dê teror û dagirkeriya Tirkiyê li hemû deverên Sûriyê têk bibin.
Li ser navê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê sekretera partiyê Hêvrîn Xelef jî8 axivî û diyar kir hemû jinên Sûriyê û ji hemû pêkhateyan dê li dijî gefên dagirkeran tê bikoşin. Xelef hêvî kir ku konferans bi biryarên ku yekîtiya jinan bi hêz bike, tacîdar bibe.
'EM LI DIJÎ ÊRÎŞÊN LI SER SÛRIYEYÊ TÊKOŞÎNÊ BILIND BIKIN'
Bi navê Kongreya Star Hediya Şemo jî, axaftina kir û wiha bilêv kir: "Jinan li Bakurê Sûriyeyê destkeftiyên mezin bi dest xistin. Dengê şoreşa jinan li tevahiya cîhanê belav bûye. Em bang li hemû jinan dikin ku li dijî êrîşên li ser Bakurê Sûriyeyê têkoşînê bilind bikin."
Piştî axaftinan nameyên pîrozbahiyê ku ji aliyê KomîteyaTenduristiyê, Meclisa Malbatên Şehîdan, Çand û Huner û Komîteya Perwerdeyê ve hatibûn şandin, hatin xwendin. Pişt re jî sînevîzyona der barê xebatên Meclisa Jinan a Mibicê de hat pêşandan.
Konferans piştî hilbijartina endamên meclîsê dê bi dawî bibe.