DERSIM – Li Dersimê ji ber barîna berfê rêya 222 gundan ji çûnehatê re hat girtin. Li navçeyan jî ji ber têlên ceryanê ketine xwarê ceryan hatiye birîn.
Li Dersimê ev 2 roj in barîna berfî bandorek neyînî li ser jiyanê kir û li tevahiya bajêr ji ber berfê rêya 222 gundan ji çûnehatê re hatiye girtin. Li navçeyên Pulur, Pilemûriye, Qisle û Xozatê li cihên bilind stûriya berfê gihîştiye nêzî metroyekê. Ji ber barîna berfê rêya bejahiyê ya di navbera Pilemûriye û Erzînganê de jî dem bi dem tê girtin.
Ji ber bandora neyînî ya berfê têlên dîrekên ceryanê yên navçeyên Pilemûriye, Pulur, Qisle, Mazgêrd, Çemîşgezek û Xozatê ketine xwarê û li navçeyan ceryan çûye.
Barîna berfê didome û xebata vekirina rêyan didome.