WAN - Nûneren Rêxistinên civakî û Demokratîk ên Wanê, bi armanca balê bikişînin ser çalakiya rojiya mirinê yên Kadîr Karabak û Esat Nacî Yildirim yên 102 rojin di grevê de ne, daxuyanî dan û diyar kir ku hemû hewldan bê encam û bersîv dimînin û xwest Wezareta Dadê û komîsyona Şopandina Mafên Mirovan gavan bavêjin.
Baroya Wanê, Odeya Tabîban a Wan û Colemêrgê, Vakfa Mafên Mirovan (TÎHV), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) yên Wanê, Platforma Hiqûqnasên Azadîparêz, (OHP), SES, Nûnerên KESK'ê, Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtiyan (TUHAY-DER) bi armanca balê bikişînin ser pisgirêkên girtîgehan hevpar daxuyanî dan. Nûneren rêxistinên civakî û demokratîk li Baroya Wanê daxuyanî da. Li ser navê saziyan Savaş Avci axivî û xwest mafê girtiyan bê parastin û daxwazên girtiyan li ber çavan bê girtin. Avci anî ziman ku girtî rastî pinkêkirinên li dijî rumeta mirovan tên û xwest mafê wan ê bingehîn bê parastin. Avci, da zanîn ku 102 rojin li Girtîgeha Tîpa F a Wanê Kadir Karabak û Esat Naci Yıldırım ketine rojiya mirinê û xwest Wezareta Dadê û Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê daxwazên wan li ber çavan bigirin.