DERSÎM – Federasyona Komeleya Dersîmê (DEDEF), ji bo Serokê Gişti yê komeleyê Alî Haydar Ben bê berdan daxuyanî da.
Serokê Gişti yê Federasyona Komeleya Dersîmê (DEDEF) Alî Haydar Ben di 25'ê kanûnê de di serdegirtina malê ya Stenbolê de hatibu binçavkirin. Têkildarî mijarê DEDEF'ê li avahiya Komeleya ÎHD'ê ya Dersîmê daxuyanî dan. Nûnerên EMEP, ÎHD, HDP û SMF'ê tev li daxuyaniyê bûn. Endamê lijneya rêveber a DEDEF'ê Hasan Şen, daxuyanî da. Şen, anî ziman ku kesên dixwazin tax, gelî û xwezaya xwe biparêze û li dijî neheqiyan dengê xwe bilind dikin di çavê hikûmeta AKP'ê de dibe dijmin û wiha got: "Serokê Giştî Ali Haydar Ben li dijî HES'ên ku xwestin li Dersimê bên avakirin dengê xwe bilind kir. Li dijî pêkaninên dijdemokratîk dengê xwe bilind kir.
Ji ber vê yekê hat binçavkirin. Ben 2 rojin li Şaxa TEM'ê ya Dersîmê tê girtin. Em dixwazin Serokê me yê Giştî Ali Haydar Ben bi lez bê berdan."